Xwendekarên Misrî têkildarî Rêber Apo de modeleke nimulasyonê pêşkêş kir

Xwendekarên Zanîngeha Damanhor a Misrî derbarê 4 kesayetên navdar, welatparêz û di dîrokê de xwedî bandor modeleke simulasyonê amade kirin û pêşkêşî zanîngehê kirin.
Rêber Abdullah Ocalan jî yek ji kesayetên sereke di vê modela simulasyonê de bû.
Xwendekaran jînameya Rêber Abdullah Ocalan amade kir û bi şirveyan derbarê wî de axivîn.
Dr.Mihemed El Îmam derbarê simulasyonê ya Rêber Apo de axivî û got: “Rêber Abdullah Ocalan ji bo tevahî gelan têkoşîn û berxwedaneke bêhempa dimeşîne.”

Xwendekarên beşa dîrokê yên zanîngeha Damanhor a Misrî derbarê çend kesayetên xwedî bandor û welatparêz de modeleke simulasyonê amade kirin.

Di serî de derbarê Rêber Apo, Serokê Başûrê Afrîka Nêlson Mandêla, Serokê Filistînê ku koça dawî kir Yasir Erefat û Serokê Lîbyayê ku wî jî koça dawî kiriye Omer El Muxtar de modeleke simulasyonê amade kirin.

Mamosteyê Dîroka Nûjen li zanîngeha Damanhorê Dr.Mihemed Erefat El Îmam axivî û got:

“Xwendekaran bi rêya lêkolînên berfireh karibûn derbarê jînameya Rêber Apo, bandora wî ya li ser doza Kurdî û berxwedan û têkoşîna wî yên ji bo vê dozê modeleke simulasyonê amade bikin.”

Dr. Mihemed El Îmam diyar kir ku ev model li ser hejmareke xwendekar hate belavkirin û wiha domand:

” Xwendekar Mihemed Turkî di beşa yekemîn de jiyana Abdulllah Ocalan pêşkêş kir,

Beşa duyemîn jî xwendekar Şeyma El Bena pêşkêş kir.

Derbarê nêrîna rêjîma Tirkiyê de Meryem El Hacirî lêkolînek serbixwe pêşkêş kir.

Xwendekar Îman El Murşidî têkildarî nêrîna gelê Kurd axivî,

Huda El Cemal rexneya mijarê pêkêş kir,

Mihemed Mihê jî hin gotinên Rêber Apo yên bi bandor gotin.

Her wiha Dr El Îmam da zanîn ku di nava nimulasyonê de behsa serdana Rêber Ocalan ji bo Sûriyê û Komploya Navnetewî ya li dijî wî jî hat kirin.

Dr. Mihemed Erefat El Îmam di dawiyê de spasiya xwendekaran li ser vê modela nimulasyonê kir û silav ji Rêber Apo re şandin û got:

“Rêber Abdullah Ocalan ji bo gel û doza xwe û ji bo hemû gelên bindest bû sembola wekhevî û demokrasiyê.

Niha jî li her çar aliyên cîhanê bi hezaran mirov li ser fikir û felsefeya wî dimeşin û fikrê wî ji xwe re esas digirin.”

Siyasetmedara Kurd Sîbel Yîgîtalp tecrîda li ser Ocalan nirxand

Back to top button