Dewleta Tirk 5 gundên kantona Minbicê topbaran kir

Bi despêka meha Gulanê re, artêşa Tirk a qirker û çeteyên xwe êrişên xwe yên li ser herêmê dijwar kiriye.
Ji bejahî û asmanî ve, nêzî 10 gundên kantona Minbic, Efrîn- Şehbayê bûn armanca êrişên qirker.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî a Minbicê diyarkir dewleta Tirk a dagirker di seatên nîvro de gundên Kawiklî, Seyade û Dendeniyê yên rojava û bakur-rojavay Minbicê topbaran kir.

Balafirek bombebarkirî ya dewleta Tirk a dagirker li gundê Toxarê yên Kantona Minbicê teqiya.

Her wiha di saetên siharê de jî gundên Diric û Şemdan yên bakuarê bajarê Minbicê bûn armanca êrişan.

Artêşa dagirker 2 gundên li kantona Efrîn-Şehba topbaran kirin

Hemwextî van êrişan, artêşa dagirker bi çekên giran gundên Kantona Efîrn-Şehbayê jî topbaran kir.

Yek ji devera bûyî armanca êrişan jî gundê Dêr Qaq ê bajarê Şehbayê bû.

Her wiha gundê Şewarxa yê bajarokê Şêrawa jî hate topbarankirin.

Back to top button