“Kêmkirina avê ji, ava heyî jî qirêj kiriye û rêjeya nexweşiyan bilind kiriye”

Rêveberiya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Derbuş diyar kir ku kêmkirina avê ji aliyê Tirkiyê ve, ava heyî jî qirêj kiriye û bûye sedema bilinbûna rêjeya nexweşiyan.

Mihemed Derbuş da zanîn ku rêxistinên navneteweyî derbarê sûcên dewleta Tirk de bê deng in, hikumeta Iraqê jî tu nerazîbûnê nîşan nade.

Tevî ku dewleta Tirk a dagirker bi her awayî şerê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, avê jî weke amûrekî şer li dijî gelên herêmê bi kar tîne.

Artêşa Tirk ku ji sala 2017’an ve ava çemê Firatê hinohino kêm dikir, ji 17’ê Çileya 2021’ê ve av bi temamî av qut kiriye.

Der barê mijarê Rêveberiya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Derbuş axivî.

Mihemed Derbuş diyar kir ku li derdora Helebê, Tebqa, Reqa û Dêra Zorê welatî avê ji Firatê bi dest dixin.

Lê kêmkirina avê ji aliyê Tirkiyê ve, hiştiye ku ava heyî jî qirêj bibe û bûye sedema bilinbûna rêjeya nexweşiyan.

Derbuş da zanîn ku li Kobanê û Reqayê ji ber qirêjbûna avê gelek nexweşên weke tîfo, kolêra û nexweşiyên meîdê bi taybet bi zarokan re derketine û wiha domand:

“Gelek zindiyên li nava avê jî zerarê dibînin. Zeviyên çandiniyê gelekî zerar dîtin. Îsal nîvê genim çû. Gelek gundên li qiraxa çemê Firatê bi masîvaniyê debara xwe dikir. Wan jî gelekî zerar dîtin.”

“Eger av bi vî rengî bimîne wê ava li depoyan jî biçike û her sê bendav jî rawestin”

Rêveberiya Bendavan diyar kir ku eger av bi vî rengî bimîne wê ava li depoyan jî biçike û her sê bendavên Rojava, Azadî û Firatê jî wê rawestin.

Mihemed Derbuş got ku wan gelek bang li sazî û rêxistinên navneteweyî kiriye lê belê tu bersiv wernegirtine, her wiha hikumeta Iraqê jî tu nerazîbûnê nîşan nade.

Dewleta Tirk ji 30 bîrên stasyona Elok tenê 8’an dixebitîne û îdîa dike ku elektrîk tune ye

Tê zanîn ku ji bo stastona Elokê bixebite pêwîste ku 3 megawatt elektrîk hebe, Rêveberiya Xweser jî bi dewra xwe 7 megawattên elektrîkê dide.

Lê dewleta Tirk ji 30 bîran tenê 8’an dixebitîne û îdîa dike ku elektrîk tune ye.

Niha jî ji ber polîtîkaya qirêj ya dewleta Tirk, gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kereseteke mirovî re rû bi rû jiyan dike.

Back to top button