Vîrosa Korna.. hêjmara miriyan giha 26’an

Vîrosa Korna di demeke kin de derket û niha yek ji xeteriya herî mezin ya li ser jiyana tevahiya cîhanê ye.

Vîrosa ku ji welatekê derbasî welatekê dibe, heta niha bûye sedema ku 26 kes jiyana xwe ji dest bidin.

Niha li gelek welatan ji ber metirsiya vîrosê rewşên awerte hatine ragihandin.

Vîrosa Korna ya ku ji bajarê Wuhan ya Çînê der bû, di demekê kin de li dehan welatên cihanê belav bû.

Belavbûna vîrosê jiyana li Çînê û welatên derdora wê xist rewşa awerte.

Li bajarê Wuhan yê ku hêjmara niştecihên wê 11 milyone, ji ber metirsiya li ser belavbûna nexweşiyê rewşa awerte hat ragihandin.

Niha têkliya van kesan ya çûn û hatinê bi derve re hatiye qutkirin.

Heta niha ji ber belavbûna vîrosê li eyaleta Hubey 24 û li Eyaleta Hibey jî kesekê jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha kesên ku têkilî bi kesên ku vîrosa Koronê ketine re çêbûyî û niha di bin çavdêriyê de ne, gihaye 8 hezar û 420 an.

1072 kes jî goman li ser wan heye ku vîros derbasî wan bûbe.

Li gelek bajarên Çînê ji derveyî nexweşxane, dermanfroş, navendên petrol û marketan navber ji bo karên din hatine dayîn.

Di vê navberê de, wezareta xezînê ya Çînê ji bo xebatên têkoşîna li dijî vîrosa Korna, 144 milyon dolar veqetand.

Nîşaneyên vîrosa Korna ya ku 12’ê Kanûna 2019’an li bajarê Wuhan yê eyaleta Hubey ku derketî jî wiha ne:

Germahiya zêde, êşa qirikê, koxik û bêhn tengbûn.

Tê gotin, sedemê çêbûna vîrosê jî çûkên şevê ne.

VÎROSA KORNA
LI ÇÎNÊ JI BO EWLEHIYÊ 41 MILYON DI TECRÎDÊ DE NE

Li dehan bajarên Çînê ku ji ber Vîrosê tecrît li ser tê meşandin, hêjmara niştecihên wan 41 milyonin.

Metirsiya vîrosa Korna ya ku li nava geştyarên li çînê belav bûne hemû li cihekî hatine komkirin.

Bi taybet herêmên dîrokî yên ku dibin navendên sereke yên cihê geştiyaran hatine girtin.

Li hinek bajaran jî cihên şahiyên şevê jî hatin girtin.

Rêveber hewil didin cihên komî bigrin û bi vî awayî pêşî li metirsiya belavbûna vîrosê bigrin.

VIRUSA CORONA
WHO: HÎNA PIR ZÛ YE EM REWŞA AWARTE RAGIHÎNIN

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê dibêje hîna pir zû ye ew rewşa awarte li sernanserî cîhanê ragihînin.

VÎROSA KORNA
TEVÎ ÇÎNÊ VÎROS LI DEHAN WELATÎ BELAV BÛYE

Vîrosa Korna Çîn jî di nav de, Koreya Başûr, Jabonya, Tayland, Tayvan, Singapur, Vîetnam û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka belav bûbû.

Herî dawî ev vîros derbasî rojhilata navîn bûbû.

Doh hat ragihandin ku ev vîros li Siudî Erebîstanê jî hatiye tespîtkirin.

Leave a Reply

Back to top button