Komelên Jinên Ciwan tevlîbûna xwe ji pêngava PJAK û KJK re ragihand

Komeleya Jinên Ciwan KJC’ê têkildarî pêngava ku ji aliyê PAJK û KJK’ê ve bi dirûşma ‘Bi Jin Jiyan Azadî Ber bi Şoreşa Jinê’ hatiye destpêkirin, daxuyaniyek da û bang li hemû jinên ciwan kir ku di têkoşîna azadî û jiyana azad de seferber bibin.

Komeleya Jinên Ciwan KJC’ê bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ji pêngava xweparastinê ya ku ji aliyê KJK û PAJK’ê ve hatiye destpêkirin ragihand.

KJC’ê teqezkir ku wateya ciwantiya me avakirina cîhanek birûmet, jiyanbar e.

“Pêşxistina pergala xweparastinê ya jinên ciwan layiqî vê wateyê yek ji erkên me yên exlaqî yên civakî ye.

Em jinên ciwan ji bo vê yekê pêk bînin hene û divê em bi ser bikevin. ”

Komalên Jinên Ciwan: Ji xeynî xweparastinê tu rê tune ye ku hebûn bibe xwebûn

KJC’ê destnîşankir ku pêwîstiya yekemîn a xweparastinê ew e ku dijminê xwe, yê ku hewl dide we tine bike, yê ku di jiyanê de mirinê li ser we ferz dike nas bikin û li hemberî wî rawestin.

“Ji ber vê yekê karê me yê yekemîn jinên ciwan ev e: Dijmin kî ye? Divê em fêhm bikin.

Da ku em bi rêkûpêk mertalên xwe yên parastinê di çeperên xwe yên jiyanê de xurt bikin.

Weke jinên ciwan ên Kurdistanê bi destên dagirkeriya faşîst a AKP-MHP’ê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê me şahidiya kuştina bi hezaran jin û ciwanan kiriye.”

KJC’ê da xuyakirin ku jin û pergala serdest a mêr di hemû qadên jiyanê de di nava şer de ne û wiha domand:

KJC: Rihê hevpar ê têkoşînê biafirînin û pergala xwe ya parastinê ava bikin

“Di şerekî wiha topyekûn de, ji xeynî xweparastinê tu rê tune ku hebûn bibe xwebun.

Divê em bi hişmendiya ku li dijî sîstem, sazî û arteşên zilam ên dest dirêjkar-faşîst di nava helwesteke hevpar de ne, di şoreşa jinê de refên xwe xurtir bikin û bi yek ruh, hiş û parastinê helwest tevbigerin.

Divê li her qadê û çalakiyê ruhê hevpar ê têkoşînê biafirînin û li gorî wê pergala xwe ya parastinê ava bikin.

Bi rol û mîsyona xwe ya dîrokî bibin bersiva rast ji banga xweparastinê ya PAJK û KJK’ê re!”

Koordînasyona Komeleya Jinên Ciwan KJC’ê ev bang li hemû jinên ciwan kir ku di têkoşîna azadî û jiyana azad de seferber bibin û wiha bi dawî kir:

Bang li we dikin ku ala bilindbûna têkoşîna Şoreşa Azadiya Jinê bi serbilindî hilgirin.

Êdî dema têkoşîn û berxwedanê ya di eniyên herî pêş de ji bo garantiya şoreşa jinê ye.”

Back to top button