Ji Amerîkayê cezayên nû ya ji bo şîrketên Tirk

Hikumeta Amerîkayê cezayên nû ji bo kes û şîrketên ku piştigiriyê didin bernameya çekan a Rûsyayê cezayên nû eşkere kir.
Li gor rayedarên hikumetê di nav de Tirkiyê li ser 300 kes û şîrketan cezayên nû werin sepandin.
Ceza danûstendinên bi pergala darayî ya Amerîkî ji hemwelatiyên Amerîkî re qedexe dike ku bi van şîrket û kesan re têkevin têkiliyên karsaziyê.

Hikumeta Amerîkayê ji ber piştgiriya bernameya çekan bo Rûsyayê ku di nav de şîrketên Tirk jî hene li ser nêzî 300 şîrketan cezayên nû eşkere kir.

Ji bo bernameya çekan piştgiriya teknîk û alavan dikin şîrket û kesên ji Çîn, Hong Kong, Azerbeycan, Belçîka, Slovakya û Îmaratê ne ku Amerîka biryara pêkanîna cezayê sepandiye.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîka nêzî 200 şîrket û Wezareta Karê Derve yê Amerîkayê jî zêdetirî 80 şîrketan tespît kirine ku cezayan bisepînin.

Wezîra Xezîneyê Janet Yellen diyar kir ku sedema cezayên li ser pîşesaziya parastinê ya Rûsyayê û şebekeyên ku piştgiriyê didin wê ji bo qelskirina hêza şer a Rûsyayê ye.

Ji 60 kes û şîrketên Tirk re ceza hatin sepandin

Li gorî daxuyaniya Wezareta Xezîneyê, 60 ji wan cezayan li ser şîrket û kesên li welatên sêyemîn ku Tirkiye jî di nav de ye, digire.

Ev şîrket û kesan bi wê yekê tên tawanbar kirin ku teknolojî û alavên ku bilez pêwîst ji bo bernameya çekan a Rûsyayê peyda dikin.

Ceza danûstendinên bi pergala darayî ya Amerîkî ji hemwelatiyên Amerîkî re qedexe dike ku bi van şîrket û kesan re têkevin têkiliyên karsaziyê.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê de hat destnîşan kir ku berhemên pêwîst ji bo pîşesaziya parastinê ya Rûsyayê di bin cezayan de ne.

Berhemên ku hem ji bo armancên leşkerî û hem jî ji bo sivîl dikarin bên bikaranîn û beşên girîng ên pergalên çekên Rûsî ji şîrketên Tirkiyê, Çîn, Malezya û Qirxizistanê ji Rûsyayê re hatin şandin.

Back to top button