Husiyan: 4 keştî li Behra Sor bûn armanc

Husiyan ragihand ku ew li Behra Sor û Okyanûsa Hindê 4 keştî kirine armanc.
Her wiha medyaya Husiyan jî da zanîn ku Îngilîstan û Amerîkayê li ser herêma Ras Îsa ya li bajarê Hudeydayê car caran êrîşan pêk tînin.

Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yahya Serî di daxuyaniya xwe de ragihand ku 2 keştiyên Amerîkî û 2 keştiyên li Behra Sor û Okyanûsa Hindê bi balafirên bê mirov bûne armanc.

Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Cîhanê ya Ereb-AWP keştiya “Cyclade” ya ku ber bi bendera Eîlatê ya Îsraîlê ve diçû, hat hedefgirtin.

Medyaya Husiyan: Amerîka û Îngilistan êrîşî Hudeya kir

Her wiha televîzyona “el-Mesira” ya Hûsiyan ragihand ku balafirên Amerîkî-Îngilîz herêma Ras Îsa ya li navçeya El-Selîf a bajarê Hudeyda bombebaran kirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Cîhanê ya Ereb (AWP), Amerîka û Îngilîstan car caran êrîşên hewayî li ser herêmên Hûsiyan pêk tînin.

Ji bo piştgirîkirina Şerîda Xezayê, ku ji 7’ê Cotmehê ve di bin êrîşên Îsraîlê de ye, Husiyan li Behra Sor keştiyên ku ew dibêjin aîdî şîrketên Îsraîlî ne yan jî ji aliyê Îsraîl ve tên xebitandin, dike armanc.

Artêşa Amerîkayê li Behra Sor 5 balafirên bê mirov xistin xwarê

Back to top button