Serokê Meclisa Tirkiyê ji bo hevdîtinên destûra bingehîn a nû serdana DEM Partiyê Pakir

Di çarçoveya hevdîtinên destûra bingehîn a nû de Serokê Meclisa Tirkiyê Nûman Kurtulmuş serdana DEM Partiyê kir.
Piştî hevdîtinê daxuyaniya hevpar hate dayîn.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari anî ziman hewcehî bi pêvajoya çêkirina Destûra Bingehîn a Demokratîk heye.

Serokê Meclisa Tirkiyê Nûman Kurtulmuş di çarçoveya hevdîtinên destûra bingehîn a nû de serdana Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partiyê kir.

Hevdîtin, li navenda DEM Partî ya li Meclisa Giştî ya Tirkiyê pêk hat.

Li gel Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, her wiha Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî cih girtin.

Hevdîtin bi qasî nîv saetê domiya û piştre jî daxuyaniyeke hevpar hate dayîn.

Destpêkê Nûman Kurtulmuş axivî û da zanîn ku di çarçoveya xebatên destûra bingehîn de roja sêşemê dest bi hevdîtinan kirine û di roja duyemîn de jî hatine serdana DEM Partiyê

Kurtulmuş, got:

“Em îro hevdîtinan bi sê partiyan re dikin. Sê partiyên ku di parlamentoyê de komên wan hene.

Me despêkê serdana DEM Partiyê kir û nêrînên xwe yên têkildarî pêvajoyê û daxwazên xwe bi wan re parve kirin.

Hêviya me ew e ku xebateke destûra bingehîn a piraniya partiyên siyasî yên di Meclisê de li ser bixebitin û li Meclisê were qebûlkirin e.

Serokê MeclisaTirkiyê Nûman Kurtulmuş dawiyê diyarkir ku ew ê daxuyaniya berfireh a têkildarî îro piştî serdana her sê partiyan bidin.

DEM Partî: Pêdivî bi pêvajoya çêkirina destûra bingehîn a demokratîk heye

Paşê Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari axivî û keyfxweşiya xwe ya ji ber serdanê vegot.

Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku ew jî weke DEM Partiyê di wê baweriyê de ne, pêdivî bi pêvajoya çêkirina Destûra Bingehîn a demokratîk heye û wiha got;

“Nêrînên me yên li ser guhertina Destûra Bingehîn a 12’ê Îlonê û gavên ji bo avakirina Tirkiyeke demokratîk bên avêtin, tên zanîn.

Pêdivî bi paqijkirinekê heye.

Ji bo me gelekî girîng e ku pêvajoya heyî ya tepisandinê ji holê rakin, xalên Destûra Bingehîn û biryarên DMME’yê bi cih bînin.

Parlamenterê Çewlîgê yê DEM Partiyê derbarê rewşa girtiyên siyasî li Tirkiyê axivî

Back to top button