Hevserokê giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir serdana Erdogan ji Hewlêrê re nirxand

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk DBP’ê Keskîn Bayindir serdana Erdogan ji Hewlêr û Iraqê re nirxand û got:
Di bingeha serdana Erdogan a li Iraqê de konsepteke nû ya tasfiyeyê ya li dijî gelê Kurd heye.
Jehrkuja vê konsepta şer jî yekîtî û hevgirtina Kurdan e.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk DBP Keskîn Bayindir polîtîkayên serdana serokê dewleta Tirk Erdogan ji Başûrê Kurdistanê nirxand.

Keskîn Bayindir diyar kir ku li Rojhilata Navîn ji nû ve hevsengî hatiye guhertin û wiha dewam kir:

Keskîn Bayindir: Serdana Erdogan di çarçoveya şerê li dijî Kurdan de ye

Piştî 12 salan serdana Erdogan a ji bo Hewlêr û Iraqê konsepteke nû ya tasfiyeyê ya li dijî gelê Kurd heye.

Li dijî vê konsepta şer a li ser gelê Kurd, yekîtî û hevgirtina Kurdan jehrkuja vî şerî ye ango yekîtiya neteweyî ya Kurdan e.”

Keskîn Bayindir di nava axaftina xwe de balkişand ser pêşwazîkirina Erdogan a bi alên Tirk de got:

Keskîn Bayindir: Pêşwazîkirina Erdogan bi alên Tirkî fikaran zêdetir dike

“Ev rewş rastiya PDK’ê radixe pêş çavan.

Rewşa ku li Hewlêrê rû da, ji siyaseta alê wêdetir tê wateyekê.

Heman rojê Erdogan serdana Iraqê kir lê belê me li Iraqê ala Tirkan bi vî rengî nedît.

Gelo çima li Hewlêrê hebû? Divê em li ser vê bifikirin.

Keskîn Bayindir: PDK’ê li dijî berjewendiyên Kurdan tevdigere

Keskîn Bayindir balkişand ser xebatên yekîtiya neteweyî û astengiyên ku PDK’ê li pêşiya wê derdixe û ev tişt anî ziman:

“PDK’ê ti carî nebû parçeyek ji vê pêvajoya yekîtiyê li gel hêzên kurdî.

Her tim xwe da aliyê eniya li dijî têkoşîna parastina destketiyên Kurdan.

Mixabin PDK’ê bûye parçeyek ji feraseta li dijî Kurdistanê.

Îro bi destûr û piştgiriya PDK’ê li Başûrê Kurdistanê zêdeyî 70 baregehên leşkerî yên dewleta Tirk hene.”

Keskîn Bayindir: Helwesta gelê Başûr dê hevkariya PDK û Enqereyê têk bibe

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku helwesta gel wê pêşeroja têkiliyên PDK-Erdogan diyar bike û got:

“Bi dîtina min gelê Başûrê Kurdistanê rastiyan baş dinirxîne.

Ji xwe li Mexmûr, Şengal, gelek bajarên Başûrê Kurdistanê nerazîbûn ji serdana Erdogan re hate nîşandan.

Eger ev nerazîbûn li ser bingeheke rast bê nîşandan wê ti hevkariya li dijî destketiyên Kurdan bi ser nekeve.”

Back to top button