Li Bakurê Kurdistanê bi deh-hezaran karker 1’ê Gulanê pîroz kirin

“Ked ya me ye gotin ya me ye”
Bi vê dirûşmeyê li bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi dehhezaran kes di roja 1’ê Gulanê de li hev kom bûn.
Ji qadên mitînge banga, êdî hewcehiya vî welatî bi rêveberiyeke ku alîgiriya kedê û demokrasiyê bike hat kirin.
Li Stenbolê polîsan êrişî kesên ku dixwestin bi wesîleya rojê ber bi qada Taksîmê ve bimeşin kir û herî kêm 216 kes binçav kirin.

Li bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyê îro bi deh-hezaran karker ji bo 1’ê Gulanê Roja Cejna Karkeran a Cîhanî tevî hemû qedexe û astengiyan hatin bahev.

Li Wanê bi hezaran karkeran bi dirûşmeya “Ked ya me ye gotin ya me ye” cejna xwe pîroz kirin.

Nûnerên sendîkayan ên li wir axivîn, polîtîkayên şer û mêtingeriyê yên li dijî kedkaran şermezar kirin û gotin:

Êdî hewcehiya vî welatî bi rêveberiyeke ku alîgiriya kedê û demokrasiyê bike heye.

Di mitîngê de Hevseroka giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî got:

Bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd wê para karkeran zêde bibe.

Li Bajarê Êlihê jî mitîng di pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê dest pê kir û kedkaran li wir daxwazên xwe qêriyan.

Kedkarên bajarên Dêrsîm û Dîlokê jî yên ji bo pîrozkirina 1’ê Gulanê daketibûn qadan, anîn ziman ku budçe ji şer re tê xerckirin û ev bang kirin:

“Divê gelên me ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, têkoşînê mezin bikin.”

Li Stenbolê karker û kedkar ji bo ber bi qada Taksîmê ve bimeşin li hev kom bûn

Ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya li Taksîma Stenbolê ku ji bo kedkeran bûya remza qada têkoşînê bi hezaran kes li Saraçhaneyê kom bûn.

Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan jî tevî rêveberên partiyê ji bo bimeşin Taksîmê berê xwe dan Saraçhaneyê.

Tuncer Bakirhan li wir banga têkoşîna hevpar li hemû komên civakî kir û got:

“Em baş dizanin ku heke em bikaribin bi rêya yekitî û têkoşîna karkeran, têkoşîna demokrasî û azadiyê bînin gel hev wê bikarin bingeheke xurt a têkoşînê ava bikin.

Li Stenbolê kedkaran li dijî êrişa polîsan li ber xwe dan: 216 kes hatin binçavkirin

Dema girseyê xwest cejna xwe li qada li Qada Taksîmê pîroz bikin, polîsna êrişî wan kir.

Hat ragihandin ku kêm 216 kes hatine binçavkirin.

Back to top button