Bi boneya 1’ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê xwepêşandanek hat li darxistin û dirûşmeya JIN JIYAN AZADÎ hat hildan.
Bi boneya 1’ê Gulanê li paytexta Lubnanê Beyrûtê xwepêşandaneke gel hat li darxistin .
Xwepêşandan ji aliyê Federasyona Karkeran û Sendîkayên Libnanê ve hat rêxistin kirin .
Endamên Komeleya Çanda Civakî ya Newroz û Komeleya Jinan û gelek partî, komele, rêxistinên civaka sivîl û komeleyên jinan beşdarî wê bûn .
Meş ji meydana Berbîr a paytexta Lubnanê Beyrûtê destpê kir û ber bi Meydana Riyad El_Silih ve çûn
Gel girêdana xwe ya bi Rêber Abdullah Ocalan re teqez kirin û dirûşme berz kirin.
Di pêşandanê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bê Serok Jiyan nabe” hatin berz kirin.