Fermandar Zozan Hesekê li Şengalê hat bibîranîn

Fermandara Yekîneyên parastina jin YPJ’ê Zozan Hesekê bi merasîmekê li Şengalê hate bibîranîn. Di merasîmê de hate diyar kirin ku keda Şehîd Zozan û hevrêyên wê beriya fermanê li ber civaka Êzidî de dayî heya îro her ku diçe ew ked geş dibe û bi wê kedê jinên Êzidî bûne xwedî hêz û îrade.

Têkoşera 34 salan Zozan Hesekê di 2’ê Nîsanê de Şehîd bû.

Di 27’ê Nîsanê de Fermandariya Giştî ya YPJ’ê ragihand yek ji fermandarên pêşeng yên YPJ’ê Zozan Hesekê şehîd bû.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve bi merasîmekê Fermandar Zozan bi bîranî.

Di merasîmê de behsa ked û tekoşîna Şehîd Zozan ji bo rêxstinkirina jinên Êzidî hate kirin.

Li ser navê saziya malbatên şehîda a Şengalê Pakîza Celal axivî û da diyarkirin ku wê tila şehîdan li erdê nehêlin.

Endama TAJÊ’ê Neam Ilyas jî sersaxî ji malbata Fermandar Zozan re xwest û got bi saya hevalên mîna şehîd Zozan em bûn xwedî hêz û parastin.

Hevseroka Desteya Rêveberiya Xweser ya Şengalê Rîham Hesen jî anî ziman ku Fermandar Zozan pêşenga şoreşa jinane li çar aliyên Kurdistanê 34 salan kar kir û gel perwerde kir.

Piştî axaftina liser jiyan û tekoşîna Şehîd Zozan sienvizyonek hate pêşandin.

Back to top button