138 salin jin ji bo bidestxistina maf û derfetên kar ên wekhev têdikoşin

Piştî têkoşîna 138 salan, gelo jinên kedkar karîne mafên xwe bidest bixin?
Nêzîkî du sedsale karkerên cîhanê ji bo bidestxistina mafên xwe bênavber di nava têkoşînê de ne.
Lê tevî van hemû salan heta niha jinên kekdar ji ber zayenda xwe rûbirûyê cudakariyê û bêdadiyê dibin û mafên wan tên binpêkirin.

1’ê Gulanê Roja Kedkar û Karkeran a Cîhanê.

1’ê Gulana 1890’an di kongreya duyemîn a Enternasyonalîstên sosyal ev roj hat ragihandin.

Mebest ji vê rojê ew e ku dawî li kedxwariyê were anîn û mafê karkeran misoger bibe.

Têkoşîna 138 salan a jinan.

Tevî bedelên giran, beşdarbûn û bandora wan ya çalak ji destpêka şoreşa kedê ve binpêkirina mafên jinên kedkare.

Îro li tevahî cîhanê jin doza mafê xweyên bingehîn ên wek mûçe û derfetên kar ên wekhev dikin.

Lê îstatîstîk û lêkolîn nîşan didin ku divê 135 sal din tê bikoşîn ku bigihijin mafê ku niha ji mêr re hatî dayîn.

Ev yek di rapora salane ya Foruma Aborî ya Cîhanê de jî hatiye piştraskirin.

Ferqa mûçe ji bo jinên kedkar pirsgirêkek sereke ya kare.

Li Ewropa, Brîtanya û Amerîkayê jin ji ber zayenda xwe di saziyên mezin de mûçeyekê bi rêjeya ji sedî sedî 20 kêmtir li gorî mûçeyê mêran tên dayîn.

Li welatên pêşkeftî û yên ku nifûsa wan ji milyarek zêdetire, rewş hîn xerabtire.

Li Rojhilata Navîn ji ber urf, edet, ol û nêrînên hişk yên li ser giyana jinê rê nayê dayîn ku jin di hemû qadên civakê de pêş bikeve.

Li gel van binpêkirin û neheqiyan, piraniya jinên kedkar di kar de rastî tundî û destdirêjiya zayendî tên.

Sala borî di rapora Komîsyona Jinê ya Netewên Yekbûyî ya bi sernavê “Pêşveçûn di Armancên Pêşketina Berdewam de, Pêşveçûnek Zayendî ya 2023’an” raporek weşand.

Li gorî raporê zêdetirî 340 mîlyon jin û keç ango ji sedî 8’ê nifûsa jinan ya cîhanê, di sala 2030 de, bikevin nava xizaniyek giran.

Li Iraqê ji ber serdestiya baviksalarî û tundrewiya olî mafên jinan bi her awayî tên binpêkirin.

Jinên Iraqî tenê ji sedî 11’ê hêza kar a welat pêk tînin, ku ev rêjeya herî kêm ya li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ye.

Bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê re, wateyekî nû li kedê hat barkirin.

Çîna karkeran ku tîyê vîna azad e li hemberî pergalên kapîtalîst xwe birêxistin kir da ku wekhevî û edaleta civakî pêk bîne.

Li Kurdistanê taybet li Bakur û Rojhilatê Suriyê bi şoreşa Rojava jinan heta astek diyarker xwedî li aborî, ked û mafê xwe derdikevin.

Pêşengiya ku jin ji civakê re dike jî li ser bingehê civakek demokratîk, wekhev û hevsengiya herdu zayenda ye.

Back to top button