Ekrem Hiso: Divê hikûmeta Başûr helwesteke zelal nîşan bide

Endamê Desteya Rêveber a KNK’ê Ekrem Hiso li ser êrîşên Tirkiyeya dagirker bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku helwesteke zelal nîşan bide. Siyasetmedar Elî Kerîmî jî anî ziman ku divê Kurd ji durûtiya navdewletî baldar bin û ji bidestxistina mafên xwe paşde ti gavan neavêjin. Pêşmergeyê Dêrîn jî dubare piştgirî da gerîla û da zanîn ku ew amade ne mil bi mil digel gerîlayan li dijî dagirkeriyê şer bikin.

Dewleta Tirkî ya dagirker êrîşên xwe bi her awayî li dijî Herêmên Parastina Medyayê berdewam dike. Gerîla jî derbên giran li çete, sîxur û leşkerên Tirk didin.

Di vê çarçoveyê de nerazîbûnên gel, siyasetmedar û hunermendan roj bi roj zêde dibin.

Endamê Desteya Rêveber a KNK’ê Ekrem Hiso di vê derbarê de got ku Tirkiye bi van êrîşan; gelê Kurd û Kurdistanê bi giştî dike armanc.

Ekrem Hiso anî ziman ku divê hikûmeta Başûrê Kurdistanê helwesta xwe ji van êrîşan zelal bike.

Elî Kerîmî: Divê Kurd ji durûtiya navdewletî baldar bin

Siyasetmedar Elî Kerîmî jî di çarçoveyê de diyar kir Tirkiye niha li ber çavên tevahiya cîhanê êrîşî gelê Kurd dike.

Kerîmî li ser vê, bang li Kurdan kir ku ji durûtiya navdewletî baldar bin, ji bidestxistina mafên xwe paşde ti gavan neavêjin.

Kerîmî: Eger PDK rê nede, Tirkiye nikare yek gavê derbas bibe

Berî niha serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bi sedên caran gotiye: “Em qet napejirînin ku dagirker bikevin xaka Kurdistanê.”

Nivîskar Elî Kerîmî destnîşan kir ku eşkere û li ber çavan Wezîrê Parastina Tirkiyê bi hevkariya PDK’ê tê nav xaka Kurdistanê û serî li serngerên şer ên çeteyên xwe dide û got:

“Eger PDK digel Enqereyê hevkariyê neke, dê nikaribe yek buhista xaka Başûr derbas bike.”

ÇAK: Divê rêxistin û aliyên siyasî li dijî dagirkeriyê bibin yek

Bertek û nerazîbûna li dijî êrîşên dagirkeriyê her bi her zêde dibin.

Berpirsê Rêxistina Çavdêriya Kurdosayd (ÇAK) Ehmed Mecîd bang li hemû aliyên siyasî û rêxistinên Kurdî kir ku li dijî dagirkeriyê bibin yek deng û yek dest.

Pêşmergeyên Dêrîn: Em amade ne digel gerîla li dijî dijmin şer bikin

Pêşmergeyê Dêrîn jî da zanîn ku ew amade ne mil bi mil digel gerîlayan li dijî dagirkeriyê şer bikin û bang li her hêz û her aliyê Kurdî kir ku heman helwestê nîşan bidin û rabin ser pêyan.

“Divê çalakiyên sivîlî li dijî dagirkeriyê bênavber werin lidarxistin”

Her wiha helbestvanê Germiyanî yê navdar Ehmed Noke û hunermendê bi nav û deng Necmedîn Xulamî, li dijî Tirkiyeya dagirker banga dewamkirina lidarxistina çalakiyên sivîlî li kir.

Back to top button