Nêzîkatiyên di navbera hikumeta Şam û Enqere

Siyasetmedarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku tu çareserî bi nêzîkbûna bi dewleta Tirk re tune ye û gotin:”Krîza Sûriyê tenê bi diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de çareser dibe.”

Berpirsên dewleta Tirk daxuyand ku ew amade ne lihevkirinekê bi hikumeta Şamê re pêk bînin.

Ew yek bi rêya wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar di şemiya borî bi daxuyaniyekê hat eşkerekirin ..

Girêdayî mijarê, berdevka PYD′ê Sema Begdaş li ser têkiliya di navbera Şam û Enqere de axivî û got:

“Dixwazin projeya Rêveberiya Xweser têk bibin”

“Xema Erdogan a yekane bi rejîmê re nêzîk be..

Da ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibe..

Bi vê yekê dixwaze ji nû ve sînaryoya komploya navneteweyî ku gelê Kurd hedef girtiye, vegerîne.

Îro bi rêya jinûve vegerandina têkiliyên xwe bi rejîmê re dixwaze pirsgirêkên xwe yên hundirîn bi dawî bike…”

Sema bal kişand ser siyasetên Rûsya yên ji nû ve vegerandina xurtkirina hikumeta Şamê û wiha got:

“Rûsya ev siyaset bi dewleta Tirk re di radestkirina gelek herêman de bi kar anîn û herêm radestî rejîmê kirin.

Ev siyaset hîna tê bikaranîn û Rûsya dixwaze bandorê li dewleta Tirk bike. ”

“Nêzîkbûna bi dewleta Tirk re wê ti çareseriyê neyne”

Sema got nêzîkbûna bi dewleta Tirk re bi xwe re tu çare û ewlehiyê li herêmê nayne..

Di heman çarçoveyê, de sekerterê Partî Dîmuqratî Kurdistanî-Sûriyê Ciwan Siko jî axivî û got :

“Hevkariya bi Tirkiyê re zirarê dide hemû Sûriyê”

“Çi nêzîkbûnek bi dewleta Tirk re ne tenê zirarê dide Kurdan , zirarê didin hemû Sûriyê.

Çi nêzîkbûnek di navbera dewleta Tirk û hikumeta Şamê de dê ne hêsan be.”

Back to top button