Partiyên Bakûrê Kurdistanê di mijara ziman de bûn yek

Bi pêşengiya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî, li Amedê ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdê kampanya îmzeyan hate destpêkirin.
Hêjmareke zêde nûnerên partî û saziyên kurd tevlî kampanyayê bûn. Kesên di destpêkirina kampanyayê de axivîn banga xwedî derketina li zimanê Kurdî kirin.

Bi pêşengiya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî, li Amedê ji bo ziman kurdî bibe zimanê fermî û perwerdê kampanya îmzeyan hate destpêkirin.

Kampanya bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û nûnerên partiyên kurd û rêxistinên sivîl hat destpêkirin.

Di axaftinan de peyama “roj roja xwedî derketina zimanê kurdî ye” derket pêş.

Di civînê de destpêkê Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî axivî. Cizîrî têkildarî kampanyayê diyar kir ku heta ku zimanê kurdî nebe zimanê fermî ewê kampanya xwe bidomînin.

Cizîrî pişt re mafê axaftinê da hevserok û serokên giştî yên partiyên siyasî.

Destpêkê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar axivî.

Mîthat Sancar ziman wek nasnam, hebûn pênasekir û diyar kir ku zimanê dayikê, mefhûmeke wisa ye ku dikare bibe esasê gelek tiştan.

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê-PAK’ê Osman Ozçelîk jî polîtîkayên dewleta tirk weke sûc pênasekir.

Ozçelîk di berdewamiya nirxandina xwe de bagn li kurdan kir ku zimanê kurdî bikin zimanê jiyana rojane û esasî.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk -DBP’ê Salîha Aydenîz jî bi zaravayê kirmanckî (zazakî) axivî û bal kişand ser girîngiya ziman û çanda kurdî.

Aydenîz banga xwedî derketina zimanê kurdî kir û xwest her kes piştevaniyê kampanyayê bike.

Serokê Partiya Azadiyê Ayettûllah Aştî bagn li oldaran kir ku li hemberî xedexeya ziman a li ser kurdan xwedî helwest bin.

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîstên Kurdistanê-PSK’ê Bayram Bozyel jî diyar kir ku xebata ji bo ziman ji xebata azadî û demokrasiye ne cudatir e. Em kampanya bikin kampanya neteweyî

Serokê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek jî destnîşankir ku yekitiya li ser ziman wê bibe heyvanê yekitiya Kurdistanê .

Back to top button