NAKOKÎ LI PEY NAKOKIYÊ DI NAVA PARTIYA YEKÎTÎ KURDISTANÎ – SÛRIYÊ DE DERDIKEVE

Di nava endamên partiya Yekîtî de, nakokî zêde dibin.. Hin endamên wê dibêjin, rêveberiya wan bi aliyên derve re girêdayî ye û xizmetê ji doza Kurdî re nake..Her wiha li wê yekê mikur tê ku, partiyê nekarîbû hêviyên Kurdan pêk bîne.

Endamên ji Komîteya siyasî û rêxisttinî li welat û Başûr, Tirkiyê û Ewrûpayê yên partiya Yekîtî Kurdistanî-Sûriyê, li nakokiyên navbera rayedarên partiya xwe de mikur hatin..

Endamên wê bi daxuyaniyekê didin zanîn ku, ev nakokî ji ber derketina gelek rayedarên wan ji derveyî welat û xizmeta wan ji ejendeyên derve re, derketin holê..

Li gorî van endaman, kesên navborî biryara partiyê girtiye û berjewendiyên wan bi hin kesayetên derve re bûye yek.

Partiya Yekîtî ya ku yek ji partiyên sereke yên ENKS’ê ye û cihê xwe bi fermî di nava Itîlafa Sûrî de digire, endamên wê yên komîteya siyasî û rêxistinî dibêjin, nabe ev kes destê xwe bidin aliyên derve û zirarê bighînin Kurdan..

Her wiha di daxuyaniyê de hat teqezkirin ku partiya Yekîtî ji ber destê aliyên derve di nav de ye, nikarîbû bibe bersiva hêviyên gelê Kurd.

Bi wateyeke din, beşdarbûna vê partiyê ji civînên navdewletî re, ti başî bi xwe re neanî.

Her wiha di daxuyaniya xwe de îşaret bi dagirkirina Efrînê jî tê kirin û wiha tê gotin,

Kesên ku li gorî ejendeyên derve tev digerin û Itîlafa Sûrî piştgiriya wan dike, bû weke vedengekê ji kiriyarên dewleta Tirk re.

Yek ji wan jî erêkirina Itîlafa Sûrî ji dagirkirina Efrînê re, ya ku komên wê yên çete, guhertina demokgrafîk, sûc û binpêkirinan lê pêktînin.

Ev demeke agahî hene ku, ev nakokî di navbera partiya Yekîtî de kûr dibin û qala parçekirina partiyê tê kirin.

Partiya Yekîtî yek ji damezirênerên ENKS’ê ye ku ji destpêka avakirina wê de cihê xwe di nava Itîlafa Sûrî de girtiye.

Komên çete yên vê Itîlafê jî ji Serêkaniyê bigire, heta bi Efrînê, her tim şerê Kurdan kiriye.

Leave a Reply

Back to top button