Kuştina malbateke Kurd li Bexdayê..Hêzên Ewlehiyê kesên sûcdar girtin

Dezgeha Dije Terorê ya Iraqê bi daxuyaniyek ragihand ku wan sê kesên tometbar ku destê wan di kuştina malbata Kurd a li Bexdayê de hebûn, girtine.

Li gorî daxuyaniya hatî dayîn, her sê kesên hatine girtin, kesên nêzî malbata Kurd bûn û ji bo diziyê ketine xaniyê malbatê.

Piştre her sê kesên ji heman malbatê kuştine û bi qasî 240 hezar dolar dizîn û reviyane Hewlêrê.

Hate diyarkirin ku bi hemahengiya Dije Terora Iraqê û Dije Terora Herêma Başûrê Kurdistanê her sê tometbar li Hewlêrê hatine girtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh bi şev malbata Kurd a ji sê kesan (bav, dayîk û keça wan) pêk dihat, li taxa Mensur ya Rojavayê Bexdayê di mala xwe de kuştî hatibûn dîtin.

Back to top button