Li Bakur û Rojhilatê Ûkrayna şerên dijwar rû didin

Li Ûkrayna, rewş aloztir dibe. Şerê heyî dijwar dibe û hêzên Rûsya ber bi paytext Kîevê ve pêş dikeve. Hêzên Ûkrayna li derdora paytextê parastinê xurt dikin. Li bajarê Xarkîv yê dikeve rojhilatê welat jî wêraniyek zêde heye. Hêzên cudaxwaz yên li herêma Donbassê jî maşîneyên zirxî yên nû sewqî herêmê dikin.

Li Ûkrayan 13. rojin êrişek ya wêraniyê heye.

Artêşa Rûsya her çiqasî îdia dike ku bi baldarî pêş dikeve, lê dimenên ji nava Ûkrayna derdikevin tiştek cuda dide nîşandan.

Artêşa Ûkrayan bi çekên di destê xwe de hewil dide, pêşî li Rûsya bigre.

Di vê çarçoveyê de, komeke leşkerên Ûkrayna li dijî tanka Rûsya kemînek danîn.

Di encamê de tank hate teqandin.

Li rohilatê welat, şerê herî dijwar pêk tê.

Ji bo zanîna asta dijwariya şerê li Ûkrayna, tenê dîtina çend dimenên ji nava bajarê Xarkivê bi têrê dike.

Ev der navenda bajare.

Di encama êrişên artêşa Rûsya ya li ser bajar de, wêraniya ku derktî xuya dike.

Li derdora paytext Kîevê amadekariyên zêde yên ji bo parastinê têne kirin.

Artêşa Ûkrayna, li derdora paytextê bendên kontrolê asê dikin.

Fermandarê leşkerî yê Kîevê li ser xurtikirina parastina bajar agahî da.

Gundiyên li bakurê Kîevê jî bi traktorên xwe hewil hewil dan tanka ku artêşa Rûsya li pey xwe hiştiye kişandin û birin ji hêzên Ûkraynî re.

Gundî û nêçîrvanên li herê mê dibêjin tê xuyakirin ku ev tank ji aliyê Belarûsyayê ve hatine.

Nîşaneyên spî yên li ser tankê jî vê yekê nîşan dide.

Leşker dibêje ku ew ê piştî kêmaniyên tankê çareser kirin wê bikar bînin.

Li aliyê rojhilatê welat, cudaxwaz ji bo derbaskirina astengiyên avê pirên çêkirî bikar tînin.

Di ser van piran re maşîneyên leşkerî yên nû derbasî herêmên din yên Ûkrayna dikin.

Ev yek jî tê xuyakirin ku artêşa Rûsya dixwaze ji aliyê rojhilat yê herêma Donbassê ve bi pêş de were.

Hemwextî van pêşketinên li rojhilat, Wezareta Parastinê ya Rûsya dimenê, şerê hilîkopterên ku bi şev beşdarî oparasyonê bûne weşand.

Her çiqasî cihê oparasyonê nehatibe diyarkirin, lê ya tê xuyakirin ku bi rêya helîkopterên Ka-52 êrişên dijwar li dijî artêşa Ûkrayna pêk tê.

 

Back to top button