Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê Newroz Ehmed der barê vê rojê de nirxandin kir.
Newroz Ehmed dibêje:
“Di nava Şoreşa Rojava de berxwedêrên jin ên Kurd, li nava gelên li Bakur-Rojhilatê Sûriyê bûn sembol.”
Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Newroz Ehmed jî bi boneya vê rojê Roja Jinan a Cîhanî ji ajansa Firatê re nirxandin kir.
Newroz Ehmed diyar kir ku sala 2021’ê ji bo wan ji gelek aliyan ve saleke girîng bû û got:
“Di serî de têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê, di hemû operasyonan de YPJ bi rola pêşengiyê rabû.”
Newroz Ehmed da zanîn wan di nava vê salê de sîstema xwe ya nû ava kir û wiha domand:
“Di encama amadekariyên xwe de jî di nava salê de me êriş têk birin.
Bi moral û coşeke mezin qada me ya leşkerî tevlî pêvajoya nû bû.”
Newroz Ehmed: Di nava şoreşê de jina Kurd bû sembol
Li ser rol û girîngiya jinê ya li nava Şoreşa Rojava jî fermandar Newroz Ehmed ev nirxandin kir:
“Di nava Şoreşa Rojava de berxwedêrên jin ên Kurd, li nava gelên li Bakur-Rojhilatê Sûriyê bûn sembol.
Di bin vê sîwanê de yekîtiya xwe ava kirin û li hev kom bûn.
Jinên ku bi ruhekî mezin ê fedayî tevlî bûn, ji bo civakê bi temamî bûn mînak.”
Newroz Ehmed: Jina birêxistinkirî her tim dibe armanca êrişan
Newroz Ehmed destnîşan kir jinên rêxistinbûyî ku pêşengiyê ji civakê re dikin, timî dibin armanca serdestan û wiha got:
“Jinê kengî ji bo maf û wekheviyê serî hildaye, hingî êriş li dijî wê hatine kirin.
Li ser vê bingehê hêzên parastina rewa divê timî hebin.”
Dawiya nirxandina xwe ev peyma da hemû jinan:
“Em ê êş û destketiyên xwe hevpar bikin û têbikoşin.
Bila kes xwe bi tenê nebîne, em bi wan re ne.”