Mîthat Sancar: Em ê AKP’ê li pêşberî dîrok û dadgehê jî darizînin

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar destnîşan kir ku Doza Kobanê, komployeke siyasî ye û bi taybet ev komplo li dijî HDP û gelê Kurd tê meşandin. Sancar teqez kir ku divê AKP were darizandin, ji ber ku polîtîkayên wê yên têkildarî Kobanê sûcên mezin bûn.

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an, 31’ê Adar û 23’yê Hezîrana 2019’an û têkçûna DAIŞ’ê li Kobanê rê li ber hêrseke mezin vekir, lewam ‘Doza Kobanê’ dozeke tolhildanê ye û destnîşan kir ku kesên îdianame nivîsiye, desthilata serdemê wek bersûcekî veşartî daniye holê û ev doz dê li dijî desthilatê wek amûreke girîng bê bikaranîn.

Doza Kobanê cara yekê 26’ê Nîsanê pêk hat û hevserokên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de, 108 kes tên dadgehkirin.

Danişîna duyemîn a dozê dê di 18’ê Gulanê de pêk bê.

Mîthat Sancar doza Kobanê weke komployeke siyasî û bi taybet komployeke li dijî HDP’ê û gelê Kurd bi nav kir û anî ziman ku di ‘Doza Kobanê’ de divê esas AKP were darizandin, ji ber ku polîtîkayên wê yên têkildarî herêmê sûcên mezin bûn.

Sancar got:

“Bûyerên li Kobanê pêk hatin, ne tenê têkildarî Kobanê bûn.

Doza Kobanê, dozeke pîlot e, lewma jî hem berxwedana wê hem jî pêvajoya piştî wê, qonaxên girîng in.

Lê heta piştgiriya gel hebe, biryardariya têkoşîna me dê hesabên hikumeta AKP’ê jî asteng bike.

Bêguman em ê wan li pêşberî dîrok û li pêşberî dadgehê jî darizînin.”

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar anî ziman ku bêyî heqîqet û edaletê, demokrasî nabe, aştî jî nabe, lewma armanca HDP’ê di vê darizandinê de jî bi edaletê re li hev bikin û rê li ber çareseriya demokratîk vekin.

Mîthat Sancar bi teqezî got serkeftin para HDP’ê ye û ew ê winda nebin.

Back to top button