WEZARETA DERVE YA EMERÎKA NAVÊN SÊ ÇETEYÊN DAIŞ’Ê XIST LÎSTEYA LÊGERÎNÊ Û 5 MILYON DOLAR PÊŞKÊŞ DIKE

Emerîka 3 sê serçeteyên DAIŞ’ê xist lîsteya lêgerînê û ji her kesekî agahiyan derbarê wan de bide, 5 Milyon Dolar pêşkêş dike.
Helbet ev jî weke tedbîr e ku DAIŞ’ê ji nûve zindî nebe.
Lê belê di zinadanên Rêveberiya Xweser de, bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê yên xeter hene û ji bo darizandina wan jî, xemsariyeke navdewletî heye.

Ji ber her çetyekî 5 Milyon Dolar hatine veqetandin.

Wezareta karên Derve ya Emerîka li ser malpera xwe ragihand ku kî aghiyan derbarê sê serçeteyên DAIŞ’ê yên xeter de bide, wê bi qasî 5 Milyon dolar werbigire.

Wezaretê navên serçeteyan û sûcên wan jî eşkere kir.

Emîr Mihemed Ebdulrehman El-Miwelî.

Li gorî Emerîka ev sereçete ji mezintirîn çeteyên di qada bîrdozî ya DAIŞ’ê de ye û hovîtiya li ser Kurdên Êzdî rewa dikir û tê texmînkirin di siberojê de şûna Ebû Bekir El-Bexdadî bigire.

Samî El Cibûrî.

Destpêkê endamê çeteyên El Qaîdê bû.

Piştre li Mûsilê bû cîgirê serçeteyên mezin û herî dawî erka wezîrê darayî ya çeteyên DAIŞ’ê wergirt.

Miitez El Cibûrî.

Destpêkê endamê El-Qaîdê li Iraqê bû, vî serçeteyî serperşetiya çêkirina bombeyan û kirinê kuştinê dikir.

Dibe ku ev sê çete ne, lê di zindanên Rêveberiya Xweser de, bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê yên xeter hene û ne diyar e kengî ev bombe biteqe.

Da ku bi destê dadegeheke navdewletî werin darizandin jî, Rêveberiya Xweser banga destwerdanê li welatên Cîhanê dike.

Ev ragihandina Emeîrkî di wextekê de tê ku, hişyarî ji bo zindîkirina DAIŞ’ê zêde dibin.

Nexasim ku tevgera şaneyên wê yên veşartî li Sûrî zêde bûne.

Li kêleka ku nêzî 12 hezar jin û zarokên DAIŞ’ê yên biyanî li kampan in .

Çavdêr dibînin ku, bi hebûna çeteyan di zindanan û zarokên wan li kampan hêza DAIŞ’ê a pêkanîna êrîşan û zindîkirina wan zêde dibe.

Leave a Reply

Back to top button