Kampa Holê..500 malbatên Iraqî dê vegerin warê xwe

Nivîsgeha ‎Derketina ji Kampa Holê diyar kir ku wê 500 malbatên Iraqî vegerin warê xwe. Nivîsgehê anî ziman ku ev gav piştî erêkirina Rêveberiya Xweser û hikumeta Iraqê hatiye. 

Endamê Nivîsgeha ‎Derketina ji Kampa Holê Mûnîr Mihemed diyar kir ku hikumeta Iraqê li ser vegerandina derdora 500 malbatên Iraqî ji kampa Holê
erê kir.

Ev yek jî piştî hewldan û bangên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata ‎Sûriyê di vê mijarê de, pêk hat.

Beriya demekê, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên di civîna Koalisyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê de, diyar kiribû ku welatê wî ji bo vegera penaberan, xebateke mezin dike.

Mûnîr Mihemed piştrast kir ku piştî lihevkirina di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Iraqê de, niha derdora 500 malbatên Iraqî amedekariya derketinê ji kampê dikin.

Di navbera Rêveberiya Xweser û hikuemta Iraqê de, li ser vegerandina 500 malbatên Iraqî ji kampa Holê hate erêkirin.

Ev malbat 3 sal in li kampê dijîn û dê beş bi beş werin vegerandin.

Niha jî nav, agahên kesên ku dixwazin derkevin tên komkirin.

“Di çend rojên bê 100 malabat dê vegerin Iraqê”

Mihemed her wiha da zanîn ku piştî erêkirina belgeyan, dê beşa yekemîn ku ji 100 malbatî pêk tê, di ҫend rojên bên de, derkeve.

Penaberên Iraqî vegera xwe bi kêfxweşî pêşwazî dikin

Ev gav ji hêla malbatên penaberên Iraqiyan jî, bi kêfxweşî hate pêşwazkirin.

Em hatine da ku navê xwe qeyîd bikin, ji bo em vegerin Iraqê.

Em kêfxweş in ku em ê vegerin welatê xwe.

Niha Rêverberiya kampê agahî û belgeyên me tomar dike.

Ev sê sal in ku ez û malbata xwe li kampê dijîn, em pir westiyan û êdî em dixwazin biçin warê xwe û bi selamet bigihêjin wir.

Penabera bi navê Meryem Hesen jî ku parêzgeha Mûsilê ye wiha got:

Ez bi vê vegerê gelekî kêfxweş im.

Em ji bilî vegera li Iraqê, cihekî din naxwazin, da ku careke din bi malbat û xizmên xwe re bicivim.

Li gorî daneya dawî ya rêveberiya kampê, 30 hezar û 738 penaberên Iraqî li wir hene.

Back to top button