“Îsraîl armanckirina gemiya Iranê girt ser xwe”

Îsraîl armanckirina gemiya Îranê Sawyoz a li Deryaya Sor, girt ser xwe.

Rojnameya Amarekî The New York Times li ser zimanê berpirsekî Amarîkî ragihand ku, Îsraîl, Amarîka agahdar kiriye ku wan gemiya Îranî Sawyoz di Deryaya Sor de kiriye armanc.

Heman berpirsê ku nexwestiye navê xwe eşkere bike, da zanîn ku “ev operasyon wekî bersiv ji bo kirinên Îranê pêk hatiye; ku berî niha gelek caran gemiyên Îsraîlê kirine armanc”.

Ajansa Nûçeyan “Tesnîm” ya Îranê jî ragihand ku şeva Sêşemê, gemiya Îranî ya li Deryaya Sor, bi mayîneke deryayî hatiye armanckirin.

Back to top button