Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNK’ê daxwaz ji rêveberiya Iraq û Başûrê Kurdistanê kir ku mafên Kurdên Feylî biparêzin.
Komîteya Kurdên Feylî ya KNK’ê ji ber salvegera 41’ê ya Komkujî û Koçberkirina Kurdên Feylî daxuyaniyek da.
KNK’ê qurban bi bîr anî û got:
“Berî 41 salan, rejîma Baas a Iraqê bi proseyeke şovînî û hovane, nasnameya Iraqî ji zêdeyî 600 hezar Kurdên Feylî standin, ew dersînor kirin û berê wan da aliyê sînorê dewleta Îranê.
Piştre dest danî ser hemû mal û milkên wan û zêdetir 20 hezar ciwanên Feylî avêtin zindanê.
Heta roja îro jî çarenûsa wan ciwanan winda û ne diyar e.”
KNK’ê da zanîn ku hin kesên mane jî, niha ji ber hişmendiya şovenîst a Iraqê, jiyana wan di xeteriyê de ye.
Li ser vê jî, KNK’ê bang li hikûmeta Iraq û Başûrê Kurdistanê kir ku mafê Kurdên feylî, li wan vegerînin û ji bo çareseriya pirsgirikê gav bavêjin.