Li Kampa Holê 4 çeteyên din ketin destê hêzên YAT’ê

Yekîneyên Antî Teror 4 çeteyên ku çek di navbera şaneyên DAIŞ’ê yên di Kampa Holê de belav dikirin, bi 3 operasyonên taybet girtin.

Li gorî ANHA’yê 11 operasyon duh saet 1 bi şev di beşên 1,3,5,7’an de pêk hatine û di 3 operasyonên serdegirtinê de 4 çete hatine girtin û di nava wan de 2 jinên bi navê “Um Hacer” û “Um Mistefa” hene.

Piştî zêdebûna kuştinê li hindirê Kampa li Rojhilatê Hesekê, 27 mehê operayona “Mirovî û Ewlehiyê” 5 rojan pêk hat û tê de 125 DAIŞ’î hatin girtin û 2 ji wan serçete ne.

Niha jî operayonên taybet pêk tên û herî dawî jî berpirsê şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li heman kampê hat girtin.

Back to top button