Li Fransa konferansa bû Ukrayna despê kir

Fransa ji bo piştavaniya Ukrayna ya di şerê li dijî Rûsyayê de mazûvaniyê dike.
Li Parîsê konferansa “Piştgiriya bi gelê Ukraynayê re” despê kir.
Di konferansê de, tevî 46 welatan bêtirî 20 rêxistinên navnetewî jî beşdarî konferansê bûne.

Konferansa “Piştgiriya bi gelê Ukraynayê re” bi serokatiya Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky li paytexta Fransa Parîsê dest pê kir.

Macron di vekirina konferansê de axivî û diyar kir ku Ukrayna nêzî 10 meh in li dijî êrîşên Rûsyayê li ber xwe dide.

Macron anî ziman ku ev êrîş di sala 2014’an de dest pê kiriye û 9 sal in Ukraynayî şahidê şer in.

Macron diyar kir ku ji dema ku Ukrayna dest bi serkêşiya şer kirî ve Rûsyayê stratejiya xwe guhert û got:

Rûsya bersiva her serketina Ukraynayê ya li ser erdê dide.

Pergalên binesaziya Ukraynayê yên wekî elektrîk, gaza xwezayî û avê bombebaran dike.

Macron bal kişand ser wê yekê ku ev êrîş sûcên şer in û wê bê ceza nemînin.

Wî bal kişand ku formula aştiyê ya 10 xalî ya Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy ji bo vê yekê bingehek baş e.

Macron anî ziman ku Fransa ji serê salê ve bi qasî 151 mîlyon euro alîkarî daye Ukraynayê û diyar kir ku wê di rojên pêş de 48,5 mîlyon euro ji Ukraynayê re bê dayîn.

Zelensky: Bi qasî çekan pêwistî bi jeneratoran heye

Zelensky yê bi rêya vîdeo konferansê beşdarî konferansê bû, di axaftina xwe de îşaret bi armanckirina Rûsya ya ji binesaziyên xizmetguzariyê kir û got:

Bi qasî gule û yelekên parastinê, pêwistî bi jeneretoran jî heye.

Konferansa Piştevaniya bi Gelê Ukraynayê re bi beşdariya 46 welatan pêk tê.

Tevî van Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF), Banka Cîhanî, Konseya Ewropa, Xaça Sor û Heyva Sor a Navneteweyî û 24 rêxistinên navneteweyî beşdar dibin.

Bi konferansê re, armanc ew e ku piştgirî ji pêwistiyên bilez ên binesaziya Ukraynayê re, nemaze di warên wekî enerjî, xwarin, tenduristî, veguhestina giştî û avê de, heya nîvê Adara 2023’an peyda bike.

Her wiha mekanîzmayek hevrêziya alîkariyê were damezrandin ku wê hewcedariyên Ukraynayê rojane agahdar bikin.

Back to top button