Biryarên li ser valakirina Kampên Koçberan ê li Başûrê Kurdistan û Iraqê

NY û Hikumeta Navendî ya Iraqê de biryar dane ku heta meha Tîrmehê hemû Kampên Koçberan yên Başûrê Kurdistan û Iraqê bigrin.
Berpirsê YNK’ê yê Şengalê jî ragihand ku xelkên Şengalê beriya vê biryarê gihîştiye wê baweriyê ku vegere ser axa xwe.

Berpirsê Malbenda Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) ya Şengalê û Endamê Kordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê Dawid Cindî derbarê vegera koçberan de ji ajansa Rojnewsê re axivî.

Berpirsê Malbenda YNK’ê Dawid Cindî da zanîn heya niha gelek caran hikumeta navendî ya Iraqê biryarê daye, koçberan vegerîne lê nekariye pêkbîne û got:

“Koçberên Şengalê vedigerin li ser axa xwe”

“Ji sala 2021’an ve biryar hatiye dayîn, Kampên Koçberan werin valakirin, lê biryara wan neçû serî.

Niha jî biryar hatiye dayîn heya meha Tîrmehê hemû kamp vala bikin.

Dê vê yekê jî di bin çavdêriya Wezareta Koç û Koçberan de bikin.

Ev mijar di rojeva Neteweyên Yekbûyî û Hikumeta Navendî ya Iraqê de ye.

Lê gelê me bixwe jî gihîştiye wê baweriyê ku divê vegerin ser cih û warê xwe.”

Back to top button