Qasim Erecî: Zêdetirî 2 hezar malbatên Iraqî ji Kampa Holê ya Hesekê hatine vegerandin

Şêwirmendê Ewlehiya Nîştimanî ya Iraqê Qasim Erecî ragihand ku zêdetirî 2 hezar malbatên Iraqî yên li Kampa Holê ya li Hesekê vegerandine Iraqê.

Şêwirmendê Ewlehiya Nîştimanî ya Iraqê Qasim Erecî di derbarê vegerandina hemwelatiyên Iraqê yên li nava Kampa Holê ya li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da.

Qasim Erecî diyarkir ku hejmara wan malbatên ku heta niha ji Kampa Holê ya Suriye vegerandine Kampa Cede ya Iraqê, gihiştine 2 hezar 268 malbatan.

Erecî got ku heta niha bi awayek giştî 8 hezar 881 malbat vegerandine Iraqê.

Di dewamê de Qasim Erecî destnîşan kir ku di dema vegerandina wan malbatan a ji bo Iraqê de ew di gelek kontrolên cûda re tên derbaskirin û got:

“Hikumet û tevayî saziyên wê di astek bilind de lêkolînan dikin daku bikarin kesên bê tawan carek din vegerînin nava civakê.”

Kampa Hol a dikeve Başûrê bajaroka Hol a ser bi bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, nêzî sinorê Iraqê ye.

Di nava kampê de 30 hezar Iraqî dijîn.

Back to top button