Rojnemevanên Koye: PDK ji ber berjewendiyê xwe ti helwestê nîşan nade

Rojnamevanên navçeya Koye yên Başûrê Kurdistanê dibêjin ji ber helwesta PDK”ê ya neyînî dewleta Tirk li başûrê Kurdistanê êrişên xwe zêdekirine.

Rojnamevan Amanc Cuma anî ziman PDK’ê ji ber berjewendiyên xwe li gel Tirkiyê ti helwestê nîşan nade û got:

“Mixabin ne hikûmeta Başûr ne jî ya Iraqê li beramberî van êrişan ti helwestê nîşan nedin. ”

Rojnamevan Dîdewan Yaqub jî da zanîn ger pêşî li dewleta Tirk neyê girtin wê metirsî bikeve ser tevayî Başûrê Kurdistanê û bang li hêzanên Kurdî kir ku bibin yek.

Back to top button