Serokwezîrê Îngilistanê yê nû wê 5’ê Îlonê dest bi kar bike

Pêşengên Partiya Muhafezekar yên Îngilistanê ji bo posta serokwezîrtiyê ketine nava rikberiyê.
Heta niha navê 11 namzetan hatiye ragihandin.
Wezîrê berê yê darayî Rishi Sunak heta niha herî kêm piştevanî ji 40 parlamenteran girtiye.
Tevî rikberiyên heyî, Serokwezîrê nû yê Îngilistanê wê 5’ê Îlonê were hilbijartin.

Piştî îstifakirina Serokwezîr Boris Johnson a li Brîtanyayê namzetên nû yên Partiya Muhafazakar derketin pêş.

Li gorî nûçeya rojnameya The Guardianê, ji demên derbasbûyî cudatir, ji bo namzetiyê li cihê piştevaniya dengê 8 parlamenteran, divê 20 parlamenterên Partiya Muhafazakar piştevaniya wan bikin.

Heta niha jî tenê 2 namzetan ev yek pêk aniye.

Wezîrê darayî yê berê Rishi Sunak bi kêmî piştevanî ji 40 parlemanteran û wezîrê Bazirganiyê Penny Mordaunt jî 24 piştgirî wergirtiye.

Kesên ku nikaribin piştgiriya 20 nûneran bidest bixin, wê di nav 24 saetan de ji pêşbirkê vekişin.

Namzetên ku divê piştevaniya wekîlên partiyê werbigirin, despêkê wê di Koma Meclisa Partiyê de deng bidin.

Piştî gerên hilbijartinê ku heta du namzet bimînin wê bidome.

Dema 2 endam bi tenê man, vê carê wê nêzî 200 hezar endamên partiyê bi rêya postayê dengê xwe bidin.

Kesê ku serokatiyê bi dest bixe jî wê bibe serokwezîrê welêt.

Her wiha wê wekî niştecihê nû yê “Hejmar 10” ya Serokwezîrtiyê were ragihandin.

Dema Serokwezîrê nû yê li cihê Boris Johnson dest bikar bike jî eşkere bû.

Hate eşkere kirin ku serokwezîrê nû wê di 5’ê Îlonê de, dest bi kar bike.

Back to top button