Li Tirbespiyê piştî rexneyên welatiyan şaredarî li çareseriyê digere

Şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê daxwaz kir ku pirsgirêka sergoya nêzî gundê Mizgeft çareser bibe.
Şaredariya Gel jî soz da ku di çend mehên bê de vê pirsgirêkê bi temamî çareser bike.

Ev pirsgirêka sergoya bi qasî 15-20 kîlometreyan dûrî Tirbespiyê welatî bêzar kiriye.

Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê, di çend rojên dawîn de bi germbûna hewayê re, agir bi sergoyê ket.

Ev sergoya nêzî gundê Mizgeft derdikeve li gel xelkê nerazîbûn da çêkirin.

Welatiyê binavê Ferhad Hecî Yasîn da zanîn ku ji çend rojan ve bêhnên nexweş li navçeyê belav bûne û banga çareseriyê kir.

Welatiyê bi navê Hemûd Zuhdî jî nexweşê astimê ye û got:

“Ji doh ve nikarim razêm.

Neçar mam ji mal derkevim û biçim maleke xizmên xwe ku 20 kîlometreyan dûr e.”

Hevserokê Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê Cemal Xelîl der barê giliyên şêniyan de axivî.

Cemal Xelîl anî ziman ku ew ji pêketina agirê li nava sergoyê gumanê dikin û difikirin ku kesekî ev agir pê xistiye.

Xelîl ji ber pirsgirêkê rexne li xwe girtin û soz da ku di demeke zû de pirsgirêkê çareser bikin.

Şaredariya Gel jî diyar kir ku bi lihevkirina Şaredariya Gel a Tirbespiyê û Şaredariya Gel a Qamişloyê re cihê sergoyê hatiye diyarkirin, da ku dûre ji hev were veqetandin ji bo ku sûdê jê bigirin.

Lê belê ev yek heta niha pêk nehatiye.

Back to top button