Li Pakistanê ji ber barîna barana bihêz ku 3 rojin dewam dike, 17 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî ajansa fermî ya Pakistanê, Associated Press Of Pakistan li hinek herêmên eyaleta Xayber-Pahtunhva, ji ber barîna barana bihêz 116 mal xirab bûne û hinek rê jî li çûyîn û hatinê girtin.
Heman çavkaniyê ragihand ku ji ber barîna barana bihêz ku 3 rojin dewam dike, 5 jê zarok 17 kesan jiyana xwe ji dest dane û 23 kes jî birîndar bûne.
Her wiha hate gotin ku 148 sewal jî telef bûne.
Tê gotin xebatên ji bo alîkariyê dewam dikin û rêyên hatine girtin jî têne vekirin.