Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê û Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê 1’ê Gulanê pîroz kirin û bang kirin û gotin: “Li dîjî tecrîda li ser Rêber Apo tevgerên sosyalîst û demokratîk di 1’ê Gulanê de bibin xwedî helwest.
Divê hemû gel, jin û ciwan di 1’ê Gulanê de dakevin qadan, bi hevgirtina karker û kedkaran re têkoşîna wekhevî, azadî û demokrasiyê bilind bikin.”
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê bi peyamekê 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê pîroz kir.
Peyama KNK’ê bi vî rengî ye:
“Cejna 1’ê Gulanê li karker û kedkarên Kurdistanê û hemû Cîhanê pîroz be.
Bi vê munasebetê em bang li hemû Kurd û Kurdistaniyan dikin ku li her derê bi coşa Newrozê tevlî çalakiyên pîrozbahiya 1’ê Gulanê bibin,
Di van çalakiyan de, li hember êrîş û dagirkeriyê derkevin û dengên nerazîbûna xwe ya li hember dagirkeran bilind bikin û li tenişta hêzên parastina Kurdistanê cihê xwe bigrin.”