KCK’ê bi peyamekê 1’ê Gulanê pîroz kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê 1’ê Gulanê pîroz kir.
Divê hemû gel, jin û ciwan di 1’ê Gulanê de dakevin qadan, bi hevgirtina karker û kedkaran re têkoşîna wekhevî, azadî û demokrasiyê bilind bikin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi peyamek roja 1’ê gulanê pîroz kirin.

Peyama KCK’ê bi vî rengî ye:

“Em 1’ê Gulanê roja yekîtî û hevgirtinê li hemû çînên bindest, gelan û jinan bi taybetî li çîna karkeran pîroz dikin.

1’ê Gulanê têkoşîn, yekîtî û hevgirtina karker, kedkar û çînên bindest li dijî mêtingeriya kapîtalîst îfade dike.

Têkoşîna karker, kedkar û çînên bindest di têkoşîna mirovahiyê ya ji bo wekhevî û azadiyê ya li dijî mêtingeriyê di dîrokê de xwedî cihekî pir girîng e. ”

KCK: Di 1’ê Gulanê de li dijî têcrîda li ser Rêber Apo bibin xwedî helwest

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bang li tevgerên sosyalîst kir ku têkoşînê xurtir bikin û got:

“Em bang li hemû tevgerên sosyalîst û demokratîk dikin ku li dijî tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo, di 1’ê Gulanê de bibin xwedî helwesta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanc dike û tevlî pêngava azadiyê bibin.

Divê hemû gel, jin û ciwan di 1’ê Gulanê de dakevin qadan, bi hevgirtina karker û kedkaran re têkoşîna wekhevî, azadî û demokrasiyê bilind bikin.”

PKK: Em di 1’ê Gulanê de pêngava azadiyê bigihînin lûtkeyeke nû

Back to top button