TEV-DEM’ê bi peyamekê 1’ê Gulanê pîroz kir

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM`ê û Meclisa Sûriya Demokratîk MSD`ê 1’ê Gulanê li karker û kedkaran pîroz kir û bang li deste, sazî, yekitî, rêxistinên civakî û çandî kir ku tev li çalakiyên 1`ê Gulanê bibin.

Di peyamê de 1`ê Gulanê li Rêber Apo hat pîrozkirin û hate gotin:

“Werin em vê rojê bi hev re pîroz bikin û di vê roja dîrokî de careke din teqezî bi azadiya kedkarê berxwedêr Rêber Apo bikin.”

Di peyamê de bang li deste, sazî, yekitî û rêxistinên civakî û çandî hate kirin ku tev li şahiyên 1’ê Gulanê bibin û hate gotin:

“Em piştgiriya tevahî kedkaran û têkoşeran dikin ji bo ku mafên xwe yên rewa û adil bi dest bixin û civakeke demokratîk û azad ava bibe.”

MSD’ê bang li karkeran kir: Rola xwe ya di yekitiya Sûriyeyiyan de bilîzin

Her wiha Meclisa Sûriya Demokratîk MSD`ê jî di daxuyaniya xwe ya ji bo rojê de anî ziman ev roj ji bo tevgera karkeran û têkoşîna wan a dîrokî ya ji bo maf, rûmetê, edaleta civakî xwedî wateyên sembolîk ên mezin e.

Di vê çarçoveyê de MSD’ê bang li karkeran kir ku rola xwe ya pêşeng di yekitiya sûriyeyiyan, avakirin û sererastkirina wêraniya ji ber şer de bilîzin.

KNK’ê 1’ê Gulanê cejna Karker û Kedkaran a cîhanê pîroz kir

Back to top button