4 sal li ser damezrandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî derbasbû û ket sala xwe ya 5 an.
Rêveberî di warê leşkerî, siyasî, dîplomasî û xizmetê de gelek gev avêtine.
Li ser asta Sûriyê jî, niha weke tekane projeya rêya xelasiyê tê dîtin.
Beriya 4 salan weke îro Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî hat damezirandin ..
Ev rêveberî, ji encama têkoşîna aştî ya demokrasiyê ya ji destpêka aloziya Sûriyê ve ye.
Ev rêveberî vê gavê ji van herêma berpirsiyar e:
Qamişlo û navçeyên wê, Hesekê û navçeyên wê, Kobanê, Eyn Îsa, Minbic, Şehba, Reqa, gundewarên Dêrazorê.
Rêveberiya Xweser ji çar salan û heta niha, bi hemû rêbazan têkoşîna pêkanîna daxwazên pêkhateyên herêmê dike.
Her wiha rola wê ya dîrokî li dijî terorê hebû û hê jî xebata li dijî terorê berdewam e.
Têkoşîna Rêveberiya Xweser di gihandina çareya demokratîk de ku bibe modela li Sûriyê, berdewam e.
Li gel tevahî astengî û dorpêçên heyî, Rêveberiya Xweser destkeftıyên dîrokî bi dest xistin.
Hê jî li hember planên derve yên hedefgirtina vîna gel, têkbirina wan destkeftiyan û projeya neteweya demokratîk, disekine û têk dibe.