Li gundê Amûdê 6 Jin Koperatîfeke çandiniyê ava kirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo ku debara xwe xwe bi xwe peyda bikin û aboriya herêmê bi pêş bixin,6 jin ji gundên navçeya Amûdê kooperatîfeke çandiniyê ava kir.

6 jinên ji gundê Amûdê ji bo pêşxistina aboriya xwe û ya herêmê kooperatîfeke çandiniyê ava kir.

Hêlîn Hisên yek ji endama kooperatîfê ye.

Hêlîn diyar kir ku ew erdê diajon, diçînin, derman dikin û semadê lê direşînin.

Muura Zoro Çavdêra Kooperatîfê destnîşan ki ku aramnca ji van koperatîfan aboriya li herêmê bi pêş bixin, derfetên kar ji jinan re peyda bikin.

Jina bi navê Kelsûm Esed Xelef wiha got:

“Bi vî karî em tev li hilberandinê dibin û bi rolekê di pêşxistina aboriyê de radibin.”

Kelsûm Esed Xelef diyar kir ku ruxmî pîr û nexweş e jî lê dîsa jî bi qasî dikare kar dike û destnîşan kir ku bi hevkariyê dikarin astengî û zehmetiyan derbas bikin.

Komîteya Aboriya Jinan a Kantona Cizîrê gelek kooperatîfên aborî û çandiniyê li kantonê ava kirine.

Back to top button