Şêniyên navçeya Til Temirê kantona Cizîrê destnîşan kir ku pergalên cîhanê, daxwazên gelan ên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan paşguh dikin.
Şêniyên navçeya Til Temirê ya kantona Cizîrê der barê azadiya Rêber Apo axivîn.
Şêniya bi navê Zehra Emîn tecrîda li ser Rêber Apo û paşguhkirina daxwazên gelan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji aliyê pergalên cîhanê ve şermezar kir û got:
Her çiqas êriş û fişarên siyasî hebin jî, em ê tê bikoşin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidest bixin.”
Şêniyê bi navê Tahir Yunis jî got:
“Rêber Ocalan her tim banga azadiyê û demokrasiya tevahî gelan kiriye û dike.
Lê mixabin hêzên navneteweyî û rêxistinên têkildarî di xew de ne.
Şêniya bi navê Cewahir Mihemed Ebûş jî diyar kir ku ew ê li qadan bin heta ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin û wiha domand:
“Wek jineke ereb em deyndarên Rêber Abdullah Ocalan û ramanên wî yên rizgariya gelan û civakan in.”



