Hêzên Rizgariya Efrînê bîlançoya Nîsanê ya çalakiyên xwe eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê HRE di meha Nîsanê de jî derbên xurt li artêşa Tirk û çeteyên wê dan.
Di çalakiyên nava mehê de, 4 leşker û 6 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.
Her wiha 12 dagirker jî birîndar bûn.

Li Efrîn a hatî dagirkirin û Ezaz, Bab û Maree meha Nîsanê ji bo leşker û çeteyên dewleta Tirk di nava tirsê de derbas bû.

Ji despêka mehê heta dawiya mehê, Hêzên Rizgariya Efrînê HRE li van herêman rêzeçalakiyên bibandor pêk anîn.

Fermandariya Giştî ya HRE’yê têkildarî çalakiyên bersivdayînê yên li hemberî êrîşên dagirkeriyê ku di navebar 2 û 29’ê Nîsanê de hatine lidarxistin, daxuyaniyek weşand.

Fermandariyê diyarkir ku ji ber êrişên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatî, wan çalakiyên bersivdayînê pêk anîne.

Di vê çarçoveyê de:

2’ê Nîsanê di çalakiya sekvanî ya li xeta bajaroka Babê de çeteyek hat kuştin.

6’ê Nîsanê li xeta Maree jî di çalakiya bi rêbaza sekvaniyê hate lidarxistin de, çeteyek hate kuştin.

13’ê Nîsanê di çalakiyeke taybet li gundê Eble hate li darxistin de, 2 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.

Her wiha, wesayîtek jî hate bêkêrkirin.

18’ê Nîsanê Hêzên Rizgariyê li xeta Maree çalakiyeke taybet li darxistin.

Di encamê de 3 çeteyên dagirker birîndar bûn.

23’ê Nîsanê li dijî baregeha Daxilbaşê ya artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran çalakî hate li darxistin.

Di encama vê çalakiyê de jî leşkerek dagirker hate kuştin, 3 jî birîndar bûn.

Di çalakiya 26 û 28’ê Nîsanê yên li xeta Ezazê bi rengên sekvaniyê pêk hatin de, 2 çete hatin kuştin.

29’ê Nîsanê jî li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker ên Enabkê û Kefirmizê yên li navçeya Şera a kantona Efrîna dagirkirî çalakiyên taybet hatin li darxistin.

Di van çalakiyan de 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin, 5 leşker jî birindar bûn.

HRE: 10 leşker û çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

HRE da zanîn ku bi awayekî giştî di nava meha Nîsanê de, bi giştî 4 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û 6 çete hate kuştin.

Her wiha 8 leşker û 4 çete jî birîndar bûn e.

Back to top button