Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweser piştî niqaşên dirêj, Qanûna Dabeşkirina Rêveberiyê erê kir.
Qanûna Dabeşkirina Rêveberiyê ji 5 madeyan pêk tê.
Di madeyan de, dabeşkirina rêveberiya herêmê û kantonekê heye.
Kobanê jî li cihê bajar weke bajarê mezin hate destnîşankirin.
Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser Qanûna Dabeşkirina Îdarî ku ji 5 madeyan pêk tê erê kir.
Meclis rûniştina xwe ya 98’an li avahiya rêveberiyê ya li Reqayê pêk anî.
Di civînê de Desteya Hevserokatiya Meclisa Gelan a Demokratîk, endamên Meclisên Gelan ên 7 kantonan, hevdestên Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan û hevserokên Komîseriya Bilind a Hilbijartinan beşdar bûn.
Despêkê reşnivîsa Qanûna Dabeşkirina Rêveberî hat xwendin.
Reşnivîs ji 5 madeyên pêk tê:
Dabeşkirina Rêveberiyê ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Dabeşkirina Rêveberiya her kantonekê û nûkirina yekîneyên rêveberî bû.
Her madeyek bi tenê hat xwendin, li ser hat nîqaşkirin û guhartinên guncaw hatin çêkirin.
Ji wan guhartinan, bajarê Kobanê li şûna bajar bû bajarê mezin.
Piştre li ser her madeyekê dengdayîn hat kirin û di dawiyê de endamên Meclisa Gelan a Demokratîk li madeyan bi giştî erê kirin.
Niha ev made ji bo pratîkirinê amade ne.
Her wiha Meclisa Gelan a Demokratîk Şehrîban Çawîş a ji kantona Minbicê û Newroz Salih a ji kantona Firatê bo endamên Komîseriya Bilind a Hilbijartinan erê kirin.
Di rûniştinê de meclisê li ser nivîsa ji hêla Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de hatiye ku Xelef El Meter bibe hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê erê kir.
Piştî dengdayînê û nivîsên hatine pêşkêşkirin endamên sond xwar da ku dest bi karên xwe bikin.