Endamên Şandeya Aştiyê: Divê gel li dijî dagirkirina Başûr rabe ser piyan

Endamên Şandeya Aştiyê ku ji bo lêkolînkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker çûne Başûrê Kurdistanê, diyar kir ku ji aliyê hêzên PDK’ê ve tên astengkirin.Şandeyê bang li hemû rêxistinên jinan ên femînîst kir ku çawa ji bo gelê Rojava rabû ser pêyan, divê îro li dijî êrişa li ser Kurdistanê rabe ser pêyan.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê ji 23’yê Nîsanê ve didomin.

Ji bo rawestandina dagirkeriya li ser Başûrê, şandeyeke aştiyê ji 14 welatên Ewropayê kom bûye, 11’ê Hezîranê çû Hewlêrê.

Welatiyên ku xwe gihand Başûrê, nehiştin bikevin Hewlêrê û li wir rastî astengiyên hikumeta Başûr hatin.

Çalakvan têkildarî astengiya rêveberiya PDK’ê û xebatên wan ên li Başûrê Kurdistanê axivîn.

Larissa ku ji Wuppertal a Almanyayê tev li Şandeya Aştiyê bûye, got:

PDK’ê hewl dida me bisekinîne. Em ji aliyê hêzên taybet ên PDK’ê ve hatin astengkirin ku li pêşiya nûnertiya NY’yê daxuyaniyekê nedin.

Bi sedan leşker li ber otelê bi cih kiribûn. Destûr nehate dayîn ku gelek enternasyonalîst derbas bibin.

Divê her kes li cihê ku lê ye li dijî dagirkeriyê bibe xwedî helwest.

Andrea ku li ser navê Însîyatîfa Defend Kurdistan ji bajarê Bielefeld ê Almanyayê hatiye Başûr destnîşan kir ku şandeya wan ji 130 kesî pêk tê û wiha domand:

Li dijî êrişên dagirkeriyê ew hatine Başûr da ku dengê aştiyê bilind bikin.

Divê dewleta Alman rastiyên Başûrê Kurdistanê baş bibîne.

Niko jî ku di nava Şandeya Aştiyê de li ser navê tevgera femînîst a Almanyayê cih digire, wiha axivî:

Ez îro hem ji bo gelê Kurd hem jî ji bo têkoşîna femînîst li vir im.

Dewleta Tirk li Mexmûrê jî li dijî sivîl û jinan êriş pêk anîn.

Ji deqeya yekem ku em gihaştin Hewlêrê, hikumeta Başûr ji bo me astengî danîn.

Ez bang li hemû rêxistinên jinan ên femînîst dikim.

Divê li dijî êrişên dagirkeriyê tê bikoşin.

Back to top button