Li Kobanê dewreya perwerdekirina mamosteyan bi dawî bû

Bi nêzbûna sala nû ya perwerdê re xebatên perwedekirina mamosteyan jî ku demsala havînê destpêkiribû ber bi dawî ve diçe.
Desteya perwerde û fêrkirinê dewreya mamosteyan a perwedeya havînê bi dawî kir.

Desteya perwerdeyê û fêrkirinê ya bajarê Kobanê, dewreya mamostean a bi navê Şehîd Ferhad Dêrik di peymangeha Şehîd Viyan amara dabû destpêkirin.

Di dewreyê de 26 mamoste kurdî beşdar bûn û perwedeyê 40 rojan berdewam kir, di perwerdeyê de waneyên îdyolojî, fikrî û dîrokî hatin dayîn.

Her wiha mamosteyên perwerdê ji aliyê desteya perwerdê ve hatin xilat kirin û sitran û xelekên dîlaln hatin girtin.

Mamosteyan bi navê Arîfan Teyar got ku em kêfxweşin ji ber me asta xwe ya firkrî pêşxist û gelek sûd me ji perwerdeyê kirt.

Mamosteya Ronahî Kenan got ev perwerde li ser asta pêşxistina zimanê kurdî ye, her wiha em her mamosteyek di perwerdeyê re derbas bibe ji ber ev der cihê pêşxistinê.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê dema sala nû ya xwendinê ragihand

Back to top button