Li Reqa cenazeyê şehîd Ednan Mihemed hat oxirkirin

Şêniyên bajarê Reqayê cenazeyê endamê Asayîşê şehîd Ednan Mihemed li goristana bajarokê Hikumiye spartin axê.

Endamê Asayîşê Ednan Mihemed 24’ê Nîsana 2024’an di encama kirîza dil de şehîd bûbû.

Ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd Ednan şêniyên bajarê Reqayê li goristana şehîdan kom bûn.

Li wir endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdulqadir El Elî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got:

“Em ji vir ji vê cihê pîroz careke din dibêjin, xwîna şehîdan rêya me ya ber bi edalet û aştiyê ve ronî dike.”

Merasîm, bi radestkirina wesîqeya şehadeta şehîd ji bo malbetê bi dawî bû.

Back to top button