Fermandariya giştî ya artêşa Iraqê: me dest bi bicihanîna biryara derxistina hêzên biyanî kiriye

Berdevkê fermandariya giştî ya artêşa Iraqê diyar kir ku wan dest bi mekanîzmaya bicihanîna biryara derxistina hêzên biyanî kiriye.

Emerîka jî bi awayekî fermî ragihand ku wan dest bi rêkarên derketina ji Iraqê kirine.

Piştî ku parlamena Iraqê duh biryar girt ku hêzên biyanî yên li welêt werin derxistin, berdevkê fermandariya giştî ya artêşa Iraqê Ebdulkerîm Xelef, pêvajoya rêvebirina vê biryarê ji medyaya Iraqê re eşkere kir.

Ebdulkerîm Xelef da zanîn ku ew girêdayî biryara parlamena Iraqê ya ji bo derxistina hêzên biyanî yên di nava xaka Iraqê de ne.

FERMANDARIYA OPERASYONÊN HEVBEŞ A LI IRAQÊ:
LI GORÎ DAXWAZA PARLAMANA IRAQÊ EM Ê JINÛVE HÊZÊN XWE BI CIH BIKIN

Li aliyekî din jî Fermandariya Operasyonên Hevbeş a li Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê li gorî daxwaza parlamana Iraqê û ji bo rêzgiritna serweriya Iraqê wê fermandarî di rojên bê de jinûve hêzên xwe di deverên nû de bi cih bike.

Her wiha hat gotin ku ji bo pêkanîna vê tiştê divê hêzên koalisyonê ji bo misogerkirina derketina bi ewle ji Iraqê hin kiryaran pêk bîne.

Leave a Reply

Back to top button