Rêwaz Fayiq: Dema hilbijartinê diyare

PDK’e di nava hewildanê de ku hilbijartina parlementoya Başûrê Kurdistanê paş bixe.
Lê YNK’e jî dibêje wê hilbijartin di demê xwe de were lidarxistin.
Endama Mekteba Siyasî ya YNK’ê Rêwaz Fayeq da zanîn YNK bi israre ku hilbijartina Parlementoya Herêma Kurdistanê di dema xwe de pêkwere û got: “Nêçîrvan Barzanî nikare hilbijartina herêmê paş bixe.”

Endama Mekteba Siyasî ya Yekîtî Nîştîmanî Kurdistanê (YNK) û Seroka Berê ya Parlementoya Başûrê Kurdistanê Rêwaz Fayeq, diyar kir hilbijartina Başûr paş nakeve.

Rêwaz Fayeq di hevpeyvînek li gel medyaya YNK’ê de behsa hilbijartina parlementoya herêma Kurdistanê û hewldanên paşxistina hilbijartinê kir.

Rêwaz Fayeq da zanîn ku israrbûna wan a li ser lidarxistina hilbijartinê ya di dema xwe de girêdanbûna wan a biryara encûmena serkirdayetiya YNK’ê ve ye û got:

“Di civînê de bi piraniya dengan biryar hatiye dayîn ku hilbijartin di dema xwe de pêkwere.”

PDK’e di nava hewildanê paşxistina dema hilbijartinê de ye

Ev gotinên Rêwaza Fayeq di demekî de ye ku PDK’e qala paşxistina hilbijartinê dike.

Ji ber vê Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo paşxistina dema hilbijartinê serdana Bexdayê kiribû.

Ligorî agahiyan, Barzanî ji Iraqê xwestiye bi serokê YNK’ê Bafil Talebanî re bicivin û wî jî ji bo paşxistina hilbijartinê razî bikin.

Piştî serdana Barzanî hate ragihandin, dibe ku dema hilbijartinê were paşxistin.

Lê heta niha aliyên pêywendîdar têkîldarî mijarê daxuyaniyek nedane.

Rêwaz Fayeq: Barzanî nikare hilbijartina herêmê paş bixe 

Rêwaz Fayeq li ser hewldanên Nêçîrvan Barzanî yên ji bo paşxistina hilbijartinê axivî û ev tişt anî ziman:

‘Li gor fikra min a yasanasiyê, desthilata serokê herêmê ya paşxistina hilbijartinê nîne.

Tenê desthilata wî heye ku roja lidarxistina hilbijartinê diyar bike.

Em bixwe alîgirin ku hilbijartin di demê xwe de di 10’ê Hezîranê de were lidarxistin.”

Endama Mekteba Siyasî ya YNK’ê Rêwaz Fayeq diyar kir ku hemû rêgezên lidarxistina hilbijartinek bi tendirust amadeye û got:

“Komîsyon û yasa heye, hemû hêzên siyasî ji bilî PDK’ê, ji bo hilbijartinê amadene.”

Back to top button