PDK 195 rojin Silêman Ehmed revandiye

Bertek û nerazibûyînên li dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin.
Parêzerê Şêwirmend Muzefer Omer û rojnamevan Hawjîn Şiwane di derbarê revandina Silêman Ehmed de axivîn.
Parêzer Muzafer Omer got:”Li gorî yasayê, divê cihê Silêman Ehmed were eşkere kirin Rojnamevan Hawjîn Şiwane jî da zanîn ku eger Silêman Ehmedek were girtin û windakirin, wê bi dehan Silêman Ehmed çêbibin.”

Li Başûrê Kurdistanê azadiya raman û rojnamevanên azadîxwaz dibin gef û metirsiyê deye.

Mînaka vê jî rewşa girtiyên Behdînanê û Rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandine.

Parêzerê Şêwirmend Muzefer Omer di derbarê azadiya rojnamevanên li Başûrê Kurdistanê û revandina Rojnamevan Silêman Ehmed de axivî û wiha got:

Muzefer Omer: Li Başûrê Kurdistanê yasa tên binpêkirin

“Li Parlamentoya Başûrê Kurdistanê yasayek bi navê yasaya rojnamevaniyê heye ku tevahî erk û mafên rojnamevanan diyarkiriye.

Lê bi heman şêweyê yasayên din, ev yasa jî tê binpêkirin.

Di madeya yasayê de bi zelalî tê gotin ku her kesek bê girtin, çi rojnamevan be, çi kesekî asayî be, xwediyê hinek mafan e ku divê bêne garantîkirin.

Divê di nava 24 saetan de parêzerê xwe bibîne yan jî divê wekîlê sendîkayê ji girtinê bê agahdarkirin.

Ji ber ku parêzbendiya qanûnî ya rojnamevanan heye.

Divê mijara ku bûye sedema girtina wan bi nivîskî bê ragihandin.”

Parêzer Muzefer Omer: Li gorî yasayê, divê cihê Silêman Ehmed were eşkere kirin

Muzefer Omer di dewama axaftina xwe de qala revandina Silêman Ehmed kir û wiha domand:

“Divê rewatiya girtina her kesî bi zelalî bê diyarkirin.

Mafên ku di qanûnên navneteweyî, Iraq û Başûr de hatine destnîşan kirin divê werin pêkanîn.

Pêwîste cihê lê kes lê hatiye girtin were diyarkirin.

Dema ku kesek were binçavkirin, madeyek nîne ku cihê wê nede diyarkirin.

Ger neyê diyarkirin jî, ji bo demek sînordarkiriye divê ji 24 saetan kêmtir be.

Di wateyek giştî de, divê cihê lê hatî girtin û sedema pê hatî girtin, yan jî ew gilî ji aliyê kê ve li ser hatiye kirin, ji raya giştî re were ragihandin.”

Hawjîn Şiwane: Em wê dagirkeriya deshilatê şermezar dikin û qebûl nakin

Rojnamevan Hawjîn Şiwane jî derbarê revandina rojnamevan Silêman Ehmed de axivî.

Rojnamevan Hawjîn da zanîn ku ew bi binçavkirina Silêman Ehmed gelek xemgîne, ji ber ti agahî jê nayê girtin û got;

“Em vê dagirkeriya desthilatê şermezar dikin û qebûl nakin.

Eger Silêman Ehmed were girtin û windakirin jî, wê bi dehan Silêman Ehmed çêbibin.

Heya kêliya dawî Silêman Ehmed ji bo nîştiman û li gorî pîvanên exlaqî karê xwe kiriye.”

Back to top button