PDK 193 rojin rojnamevan Silêman Ehmed revandiye

Rojnamevan Silêman 193 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin û agajî jê nayê girtin.
Encûmena Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Rojnamevan Omer Ebdulkerîm li ser revandina Silêman Ehmed axivî û got:”Girtina Silêman Ehmed siyasî ye.
Ji bo wê weke rojnamevan û rewşenbîr em hemû daxwaz dikin ku ji bo azadkirina Silêman Ehmed û hemû Rojnamevanên din bi pêngavek mezin zextên navdewletî bê kirin.”

Ji rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 193 rojin agahî nayê girtin.

PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel bike.

Omer Ebdulkerîm: Hinek Rojnamevan bê suc di girtîgehê de têne êşkencekirin

Di derbarê mijarê de Endamê Encûmena Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Liqa Germiyanê Rojnamevan Omer Ebdulkerîm ji Rojnews’ê re axivî û wiha got:

“Cihê xemgîniyê ye ku li Başûrê Kurdistanê hîna azadiya nivîsandin û îfadeyê di bin pirsê de ye û rojnamevan tên girtin û êşkencekirin.

Ev pirsgirêkeke mezin e û hin rojnamevanên bêguneh bê sûc di girtîgehê de ne.

Ev gef û girtina li ser rojnamevanan wiha nabe û divê êşkenceya li ser rojnamevanan bi dawî bibe.

Her wiha divê bi azadane rojnamevan karê xwe bikarin bikin.”

Omer Ebdulkerîm: Girtina Silêman Ehmed siyasiye

Omer Ebdulkerîm her wiha balkişand li ser revandin û girtina Rojnamevan Silêman Ehmed û wiha pê de çû:

“Girtina Silêman Ehmed şermezar dikin û daxwaz dikin ku demil dest were azad kirin.

Ji ber ku li gorî yasaya cezakirina rojnamevanan, ger gilî li ser rojnamevanek hebe jî, heta ku neyê mehkûmkirin, desthilat nikarin wî bixin girtîgehê.

Lê girtina Silêman Ehmed siyasî ye û me û hemû rojnamevanên Kurd dixe nava fikaran.

Divê em hemû ji bo azadkirina Silêman Ehmed tiştekî bikin.”

Rojnamevan Omer: Ji bo azadiya Silêman Ehmed, divê zextek navneteweyî were kirin

Endamê Encûmena Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Liqa Germiyanê Rojnamevan Omer Ebdulkerîm herî dawî got:

“Weke rojnamevan û rewşenbîr em hemû daxwaz dikin ku ji bo azadkirina Silêman Ehmed û hemû rojnamevanên din bi pêngavek mezin zextên navdewletî bê kirin.

Tişta ku rejîm li ser rojnamevanan dike, ew e ku rejîmê ber bi hilweşandinê ve dibe.

Ji ber ku girtina rojnamevanan ti carî rewşa welat ber bi pêşve nebiriye, xirab kiriye.”

Back to top button