HPG’ê bîlançoya şer a meha Nîsanê eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya şer a meha Nîsanê eşkere kir.
HPG’ê diyar kir ku gerîlayan 29 çalakî li dar xistine û 12 leşkerên artêşa Tirk a dagirker kuştine.
Di heman demê de dagirkeran 12 caran bi çekên kîmyewî û qedexe êrîşî qadên gerîla kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya meha Nîsanê êşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got:

“Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi coşa Newrozê ketin biharê û bi ruhê berxwedanê meha Nîsanê pêşwazî kirin.

Gerîlaya Azadiya Kurdistanê ku ji Bakurê Kurdistanê heta Herêmên Parastinê yên Medyayê di meha Nîsanê de jî bi heman biryardariyê berxwedana xwe berdewam kir.”

HPG’ê di dewama daxuyaniya xwe de got:

“Artêşa dewleta Tirk a dagirker meha Nîsanê li eyaletên Bakurê Kurdistanê ji Dersimê heta Mêrdînê, ji Botanê heta Colemêrgê li gelek herêman operasyon pêk anî.

Lê belê yek ji van operasyonan encamek bi dest nexist.”

“Dewleta Tirk bi desteka PDK’ê 16’ê Nîsanê operasyon despêkir”

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de ev tişt jî hatin gotin:

“Artêşa Tirk a dagirker ku vê rastiyê fêm kiriye, di 16’ê Nîsanê de bi awayekî bêdeng û bêyî ku di medyayê de bê parvekirin li dijî Metînayê dest bi operasyoneke dagirkirinê kir.

Bi desteka PDK’ê gav bi gav li qadê bi cih bûn û gav bi gav bi pêş ve çûn esas hat girtin.

Tevî ku dest bi êrîşeke dagirkeriyê ya bi vî rengî kiriye jî, bi awayekî vekirî ranegihandiye.”

HPG’ê di dawî de diyar kir ku bi rihê fedaî yê Apoyî wê têkoşîna xwe bidomînin û got:

“Weke Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di têkoşîna salê de hê bêhtir bi biryar bûne.

Li ser vê bingehê hêzên me yên ketin nava salê, ji bo têkbirina planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û mêtinger, wê bi heman biryardarî û ruhê fedaî yê Apoyî têkoşîna xwe bidomînin.”

Bîlançoya HPG’ê ya meha Nîsanê wiha ye:

  • Êrîşên artêşa dewleta Tirk
  1. Balafirên şer: 279
  2. Helîkopterên êrîşê: 30
  3. Teqemeniyên qedexekirî: 11
  4. Droneyên bombebarkirî: 9
  5. Çekên kîmyewî: 1
  6. Gerîlayan 29 çalaki lidarxistin û di encamê de 12 dagirker hatin kuştin 3’ê jî bîrîndar bûn.
  • Çalakiyên gerîla
  1. Çalakiyên Gerîla: 29
  2. Hejmara kuştiyên dijmin: 12
  3. Hejmara dagirkerên birîndar bûn: 3
  4. Gerilayan 1 çeper, 1 sîstema radarê, 8 kamerayê mobeseyê û 1 projektor îmha kirin.
  • Alavên hatin îmhakirin
  1. Çeper: 1
  2. Sîstema Radarê: 1
  3. Kamera Mobesse: 8
  4. Projektor: 1
  5. Gerîlayan 1 çeka ferdî ya MPT-55 û 2 dûrbîna çekê desteser kirin.
  • Yên hatin desteserkirin
  1. Çeka ferdî ya MPT-55: 1
  2. Dûrbîna çekê: 2
  3. Di heman demê de gerîla helîkopterek Skorsky derb kir.

Ya ku derb lê hatine xistin

  • Helîkoptera Skorsky: 1
Back to top button