Avakirina mezintirîn bajarê pîşesazî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Li Minbicê avakirina bajarê pîşesazî.
Şaredariya Gel a Minbicê projeya avakirina mezintirîn bajarê pîşesazî li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî kir.
Bajarê pîşesazî li nêzî gundê Ezir ê rojhilatê Minbicê ye.
Tê de jî li gorî plansaziyê 610 dikan hatine bicîh kirin.

Şaredariya Gel a Minbicê gavên pêşîn ên projeya avakirina mezintirîn bajarê pîşesazî li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî kir.

Di çarçoveya xwedîderketina li bangên komînan ên bicihkirina dikanên pîşesaziyê li derveyî navenda bajêr de, şaredariyê ev proje li dar xist.

Şaredariya Gel dê proje li gorî 4 beşan debaşbike.

Rûbera projeyê 430 donim e li nêzî gundê Ezir ê Rojhilatê Minbicê ye.

Tê de jî li gorî plansaziyê 610 dikan ê bên bicihkirin.

“Beşa yekemîn a bajarê pîşesazî bi dawî dibe”

Hevserokê Şaredariya Gel a Minbicê Xalid Îbrahîm diyar kir ku qonaxa pêşîn a projeyê di 2023’yan de dest pê kir ne.

jî avakirina kanalîzasyonan ji meseba sereke ber bi çemê Menkûbe bi dirêjiya hezar û 400 metreyan e.

Li gorî plansaziyê di 2024’an de beşa yekemîn a bajarê pîşesazî bi dawî dibe.

Her wiha bi hevkariya şîrketa kehrebeyê û Gerînendetiya Avê dê ji bo bajêr jî binesazî di aliyê kehrebe û avê de bê avakirin.

610 dikan wê bên bicihkirin

Xalid Îbrahîm got: “Rûbera beşa yekemîn 100 donim e û tê de dikanên çêkirina text, hesin, madeyên kîmyewî, madeyên paqijker, embargehên avahîsaziyê û dikanên mîkanîka erebeyan bên bicihkirin.”

Dikan di bajêr de dê li gorî plansaziya şaredariyê bên bicihkirin û bi kirê ji bo xwediyên wan bên dayîn.

Ev jî bi hevkariya Odeya Bazirganiyê û Gerînendetiya Bazirganiyê ye.

Her wiha di bajêr de dê navendên îdarî, tenduristî, park, navenda agirkuj û mizgeft hebin.

Li Minbicê avakirina bajarê pîşesazî

Îbrahîm diyar kir ku navendeke parkê ya erebeyên barhilgir bi rûbera 50 donim heye da ku erebeyên barhilgir derbasî bajêr nebin û li wir bimînin.

Der barê lêçûnê de Îbrahîm gor: “Budceya projeyê di 2023’yan de 106 hezar dolar e û ya 2024’an 450 hezar dolar e.

Îbrahîm diyar kir ku lêçûna projeyê di 3 salan de mîlyonek û 200 hezar dolar e û got:

“Rûbera bajarê pîşesazî mezin e û pêwîstiya wê bi demê heye ji ber ku ew ê herî mezin e li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Back to top button